NAVENDA NÛÇEYAN – Birayê Ocalan Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç ji bo di navbera 20 û 24’ê Nîsanê de biçin Îmraliyê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş Melîhe Çetîn jî bi rêya parêzeran ji bo hevdîtinê serlêdan kirin. Malbatan her wiha diyar kirin ku ew dixwazin bi rêya telefonê bi xizmên xwe re biaxivin.
Li gel daxwaza malbatan parêzerên Ocalan Faîk Ozgur Erol, Cengîz Yureklî, Mazlûm Dînç û Nevroz Ûysal jî ji bo karibin di navbera 20 û 24’ê Nîsanê de muwekîlê xwe bibînin serî li rayedaran dan.
Parêzerên Ocalan piştî 8 salan di 2’ê Gulanê, 22’ê Gulanê, 12’ê Hezîran, 18’ê Hezîranê û 7’ê Tebaxa 2019’an de muwekîlê xwe dîtibûn. Ji 7’ê Tebaxê ve jî daxwazên ji bo hevdîtinê hemû bêbersiv man.
Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş ji 15’ê Adara 2015’an û vir ve tenê 5’ê Hezîranê û 12’ê Tebaxa 2019’an û 2’ê Adara 2020’an karîbûn bi xizmên xwe re hevdîtinê bikin.
Hamîlî Yildirim jî ji 15’ê Tîrmeha 2015’an dema birine Îmraliyê û vir ve tenê 5’ê Hezîranê û 12’ê Tebaxa 2019’an kariye hevdîtinê bi xizmên xwe re bike.