STENBOL – Ji roja ku şewba vîrûsa korona li Tirkiyeyê peyda bû û vir ve bala her kesî çû ser girtîgehan. Desthilatdariya AKP-MHP’ê pêşnûme qanûnek a ji 70 xalî amade kir û kir qanûn. Li gel bangên mûxalefetê jî girtiyên siyasî û rojnamevan tevlî vê qanûnê nekir.
Girtiyên siyasî yên li girtîgehên li herêma Marmarayê bi rêya telefonê bi malbatê xwe re axivîn û qala şert û mercên xwe kirin.
GIRTÎ LI HUCREYÊN NEPAQIJ TÊN HIŞTIN
Girtiyan li ser rewşa girtîgehan ev agahî dan:
* Li Girtîgeha Edîrneyê Cevher Ay bi nexweşiya Koah û dil e. Dibin nexweşxaneyê, lê belê bêyî bê dermankirin bi dermanê li dijî êşê ji nû ve vedigerînin girtîgehê.
* Li Girtîgeha Bolûyê ode bi rengekî baş nayên dezenfektekirin. Ji bilî sabûn û deterjanê malzemeyên paqijiyê nadin. Deterjan jî di qedeha avê yan jî ya çayê de didin.
* Li Girtîgeha Akhîsarê Ridvan Çelîk bi rêya telefonê diyar kir ku dema dawî ew êdî nikarin ji kantînê tiştekî bikirin. Her tişt gelekî biha bûye. Şampûana ku 5 TL ye êdî bi 15 û 20 TL’yî difiroşin wan.
* Li Girtîgeha Gebzeyê ji 3’ê Adarê ve gardiyanên ku li koxûşan lêgerînê dikin heqaretê li girtiyan dikin. Li Şadiye Menav, Hacer Halîl Yûsûf (Rojavayî) û Rojbîn Perîşan cezayê hucreyê hatiye birîn.
* Li Girtîgeha Sîlîvriyê Kemal Ekîncî nexweşê dil e. Li koxûşeke ku bêhewa ye û nepaqij e tê hiştin. Girtî bi rehetî nikarin biçin revîreyê. Girtiyên nexweş ên dermanê ji neçarî werdigirin, ji bo nekevin karatînaya ji neçarî ya ji 14 rojan, ji bo wergirtina derman naçin revîreyê. Girtî dibêjin ku karantîna ji bêdermaniyê zehmettir e. Zafer Saglam û Hamza Polat ên li Girtîgeha Sîlîvriyê ne, niha di karantînayê de ne.