NAVENDA NÛÇEYAN – Aloziya ku piştî PDK’ê hêzên xwe birin Zînî Wertê û di encama bombebarana balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker de li herêmê 3 gerîla şehîd bûbûn, destpê kir, gelê herêmê jî aciz kiriye. Hate ragihandin ku gelên bajarokên Wertê û Serkepkan têkildarî mijarê civiyane û wê di encama gotubêjan de helwesta xwe nîşan bidin.
Li gorî agahiyên ku çavkaniyên herêmê ji Rojnews re ragihandine, şêniyên bajaroka Wertê ya girêdayî navçeya Rewandiz a parêzgeha Hewlêrê û şêniyên bajaroka Serkepkan a girêdayî navçeya Ranya ya Îdareya Raperîn îro têkildarî mijarê civiyane. Civîna ku bi pêşengiya rûsipiyên herêmê pêk tê ji çapemeniyê re girtî dom dike.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, gelê herêmê ji rewşa heyî gelekî nerazî ye û wê daxwaz bike ku tu hêzên leşkerî li Zînî Wertê neminin.