NAVENDA NÛÇEYAN – Çeteyên DAIŞ li ser rêya navbera gundê Elîreş û Berdispî ku di keve bin çiyayê Qereçox a ser bi navçeya Mexmûr a ser bi Musilê, êrîşek pêk anîn.
Li gorî zanyariyên ji herêmê hatine wergirtin, di encama êrîşa çeteyan de, 2 leşkerên Iraqê yên taxima 3 ya ser bi Lîwaya 50 a fermandariya 14 ya artêşa Iraqê mirine. Hate zanîn ku ji bo dîtina çeteyên DAIŞ’ê operasyona li herêmê dewam dike.
Di rojên dawî de liv û tevgera çeteyên DAIŞ’ê ya li herêma Mexmûrê zêde bûye û êrîşan pêk tînin.