QENDÎL – Welatiyên Qendîlê bi meşekê nerazîbûna xwe ya li hemberî şandina hêzan a ji bo Zînî Wertê nîşan dan û gotin, “Anîna hêzeke zêde ya pêşmergeyan ji bo Zînî Wertê ya piştî şerê navxweyî yek ji cihê herî aram bû, tê maneya şer û ev jî beşek ji plana dewleta Tirk a dagirker e.”
Aloziya ku piştî PDK’ê hêzên xwe şandin Zînî Wertê dest pê kiribû, dewam dike. Xelkê Binarê Qendîlê bi pêşengiya Meclîsa Gel a Qendîlê, li dijî şandina hêzê ya ji bo Zînî Wertê meşiyan.
Di meşê de alên PKK’ê, wêneyên Rêberê Gelan Adullah Ocalan hatin bilindkirin û bê navber dirûşmên ‘Bimire xiyanet’, ‘Bijî yekîtiya gelê Kurd’ , ‘Derkeve derkeve leşkerên Tirk’ hatin gotin.
Piştî girse gihişt gundê Zergelê daxuyaniyeke çapemeniyê hat dayîn.
‘PDK bûye dardestê dewleta Tirk’
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin, “Dijminên Kurdistanê timî sûd ji nakokî û dubareyên di nav Kurdan de wergirtine. Ji bo mebest û berjewendiyên xwe eşîret, binemal û hizb bi xwe ve girê dane. Nehiştine Kurd bi azadî û serbixwe bijîn, li welatê xwe derbeder û malwêran bûne. Ev bi destê komeke noker, xiyanetkar û xwefiroş ên xwe weke Kurd dibînin pêk hatiye. Ev kom bi destê dijminan digire, xak û welat pêşkeş dike. Di wextekî ku cîhan di nav nexweşiya vîrusa Koronayê de dinale, mixabin PDK bi hinceta tedbîren li hember rêya qaçax û nexweşiya Koronayê hewl dide şerê birakujiyê bide destpêkirin û bûye dardestê Tirkiyeyê. Mînaka vê rastiyê jî êrîş û ambargoya li ser Kampa Penaberan a Mexmûr, êrîşa li ser Şengal, şehîd û biirindarkirina gelek welatiyên sivîl, şandina sîxuran û aşkerakirina bingehên gerîlayan e.”
‘Ev plana dewleta Tirk e’
Di dewama daxuyaniyê de bal hat kişandin ku Zînî Wertê yek ji cihên herî aram ê li herêmê bû û ev xisûs hat diyarkirin: “Bi çekên giran anîna hêzeke zêde ya pêşmergeyan ji bo Zînî Wertê ya piştî şerê navxweyî yek ji cihê herî aram bû, tê maneya şer û ev jî beşek ji plana dewleta Tirk a dagirker e. Ev tişta li Zînî Wertê rû dide, sala 2018 û 2019’an li Behdînan û Biradost rû da û ew der ketin destê dewleta Tirk. Di encam de bi sedan gund xera bûn, gelek welatî şehîd ketin, birîndar û derbeder bûn.”
‘Em dagirkeriyê qebûl nakin’
Di dawiya daxuyaniyê de jî ev bang hat kirin: “Em weke gelê Binarê Qendîl, li dijî şerê Birakujî ne. Anîna hêzan ji bo Zînî Wertê ya devereke aram e, qet pêwîst nîne. Em daxwazê ji hemû hêz, aliyên siyasî, rêxistinên sivîl û mafên mirovan, kesên azadîxwaz û gelê Kurdistanê dikin ku rê nedin pêşxistina şerê birakujî, nekevin nav plana qirêj a dewleta Tirk a dagirker a armanc dike Qendîlê dagir bike. Em bi ti awayî dagirkeriyê qebûl nakin û em ê welatê xwe biparêzin.”