NAVENDA NÛÇEYAN – Însiyatîfa Zarokên Agir daxuyaniyek enivîskî weşand û diyar kir ku li navçeya Seyhanê ya Edeneyê di 12 û 19’ê Nîsanê de, her wiha di 19’ê Nîsanê de jî li navçeya Tarsûsê ya Mersînê û li navçeya Maltepe ya Stenbolê çalakî kirine.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku 12’ê Nîsanê li taxa Aydinlar a navçeya Seyhanê ya Edeneyê otobuseke rêwiyan dane ber agir. Hate gotin, 19’ê Nîsanê jî li Qada Pîşesaziyê ya navçeya Tarsûsê ya Mersînê depoya Rêzemarketên Şok dane ber agir û di encamê de zerareke ji milyonan lîreyî li patronan bûye.
Li gorî daxuyaniyê heman rojê li taxa Cevîzlî ya navçeya Maltepe ya Stenbolê, trafoyekî şîrketa elektrîkê ya bi navê AYEDAŞ’ê hate şewitandin.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin, li taxa Havûzlûbahçe ya navçeya Seyhanê ya Edeneyê 3 wesayitên faşîstan hatin şewitandin.