ÎZMÎR – Erdal Daghan ê ku Girtîgeha Tîpa T a Şakrana Alîagaya Îzmîrê de ye, di hevdîtina bi telefonê de ya bi malbata xwe re diyar kir ku êşkence lê hatiye kirin. Daghan diyar kir ku ew di hucreya yekkesî de ye û 2 roj berê di dema hejmartinê de ji ber ku wî hejmara li ser pêyan qebûl nekiriye, gardiyanan êşkence li wî kirine.
‘TIŞTEK WERE SERÊ MIN, BERPIRSÊ WÊ MIDÛR Û GARDIYAN E’
Daghan got ku “Min li ser êşkenceyê daxwaznameyek ji rêveberiya girtîgehê re nivîsand. Heke tiştek were serê min berpirsê wê midûrê girtîgehê û gardiyan e. Ev du car in li min didin. Min xwest min bibin revîrê lê ez nebirim. Ji ber ku ez girtiyê siyasî me û cezayê muebeta giran li min hatiye birîn, gardiyan her dem zextan li min dikin.Ji ber ku ez bi tenê me, dixwazin hikum li ser min bikin.”
JI BO ŞEWBÊ TU TEVDÎR NAYÊ STENDIN
Daghan diyar kir ku ji ber şewba Covîd,19’ê tu tevdîr nayê stendin û alavên paqijiyê jî nadin wan. Daghan diyar kir ku di stû û mîdeyê wî nexweşî heye û got ku, “Êşa min didome. Rojê qaşo divê nîv saetê em derkevin hewşê lê ew jî xweşik pêk nayê. Gardiyanan ji bo vîrusê tu tevdîr nestendine, ji ber vê jî ez bi fikar im.”