DÎLOK – Mêrê bi navê Muslum Aslan yê ku 1 sal berê li taxa Guzelvadî ya navçeya Qamûşan a Dîlokê xwastî hevjîna xwe Rukiye Aslan bikuje, hatî girtin û şandîn girtîgehê, bi erêkirina qanûna înfazê ya bi raya AKP û MHP’ê li Meclîsê hatî erêkirin, hate tehliyekirin.
Aslan zarokên xwe Bunyamîn (5), Yusuf Îlker (7) û Ceylan Aslan (9) ên li gel dayika xwe dimînin ji bo bibîne, çû gel wan.
Muslum Aslan ji zarokên xwe Ceylan ya girtî gel xwe bi pêkanîna şîdetê nexweş kir. Zaroka ku roja 17’ê Nîsanê rakirîn nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.
Aslan hate girtin û şandin girtîgehê.