Qendîl – Di 24 adarê de hêzeke ser bi pêşmergeyên PDK ve xwe li herêma Zînê wertê xwe bi cih kirin. Li seranserî Başurê Kurdistanê nerazîbûyîn li hemberî anîna vê hezê berdewame.
di derbarê vê mijarê. nûçegihanê me Bahoz Cûdî serdana herêma Zênê wertê kir. û hevdîtin bi çend ciwanan kiriye. her wiha ciwan nerazîbûna xwe ji vê bûyerê nîşan dan.
ciwanê bi navê Hestîyar Musa waha got: “Em anîna pêşmergeyên PDK jibo zîne werte qebûl nakin. jiber ku herêma me pêwîstî bi tu hêzeke ne pêşmerge ne asayîş nîne. anîna pêşmergeyan di herême de dibe ku sedem alozî mezintir bibe. û ev planekî dagirkeriyê li Başurê Kurdistane dide rewa kirin.”
her wiha Ciwanê bi nave Mihemed wertê bal kişand ser negirîngiya hebûna hêzên PDK li herêmê; kir û waha got: “Em wek ciwanên wertê anîna hêzên pêşmerge jibo herêma me em rast nabînin. anîna pêşmergeyên PDK dikeve xizmeta dewleta Tirk a dagirker. ew jî dibe sedem kU şerÊ birakujîye carekî din li Başurê Kurdistane were kirin. Herêma herî bi ewle herêma Zîne Werte bu. Lê belê niha bi anîna hêzên PDK rewşa herêmê her ku diçe metirsiyan zedetir dibin. û em bang li hukumeta herêma başûrê Kurdistane dikin ku di demeke nêz de ew hêzên ku hatiye bi cih kirin paşde bê kişandin.
Mihemed wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Em helwestên Serokê hukumeta herêma Başurê Kurdistane Nêçîrvan Barzanî şermezar dikin. ku dibêje PKK hêzeke li Başurê Kurdistane rewa nîne .pewîste Serokê herêmê lêburînê ji gelê Kurd û Tevgera Azadiyê bixwaze.
di dawî de ciwanê bi navê Mihemed Zînê diyar kir ku ewê li dijî dagirkeran herêma xwe biparêzin; û waha got: “Eger ev hêz ji vir venekşin emê dest bi çalakîyên cûr bi cûr bikin li dijî dagirkeriye û hêzên piştgiriya dagirkeran dikin. .û em bang li hukumeta herêmê dikin ku di demeke nêz de ev hêz ji herêma me bikşînin. Em wek ciwan amadene ku herêma xwe biparêzin.”
NC/ Bahoz Cûdî