Aktîvîstên TCŞ’ê û ciwanên enternasyonalîst li dijî êrîşa li ser Mexmûrê çalakî li darxistin

Aktîvîstên TCŞ'ê û ciwanên enternasyonalîst li paytexta Elmanya Berlînê, êrişa dewleta Tirk a li ser Mexmûrê bi çalakiyekê şermezar kirin.

BERLÎN – Aktîvîstên Tevgera Ciwanên Şoreşgre (TCŞ) û ciwanên enternasyonalîst li paytexta Elmanya Berlînê li hev kom bûn û polîtîkayên Ewropayê yên li dijî penaberan û êrişa dewleta Tirk a li ser kampa penaberan a Mexmûrê şermezar kirin.

Di çalakiyê de bi zimanên Elmanî, Tirkî û Kurdî dirûşm hatin qîrîn û pankartên bi Elmanî yên bi nivîsa “Bêdengî piştgiriya ji bo kujeran e”, “Dewleta Tirk bombe li kampa penaberan a Mexmûrê barand” hatin hildan.

Çalakiya ku nîv saetê dewam kir piştî meşa kurt a ciwanan bi dawî bû.

Komeke ciwanan jî êrişa fşaîstan a li dijî komeleyên Kurdan şermezar kirin.

Ciwanan li dîwarê faşîstan nivîsa “PKK”, “Tolhildan”, “Bijî Serok Apo” nivîsandin.

Nivîsa Pêş