PARÎS – Aktîvîstên TCŞ û JCAyê li berbajarê Parîsa paytexta Fransayê Goussainvilleyê, ji bo balê bikişînin li ser azadiya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan hin çalakî pêk anîn.
Di destpêka da, di danê şevê da ciwanên ku hatin li cem hev, li berbajarê Goussainvilleyê yê ku nîjadperestên Tirk zêde lê dijîn da çalakî pêk anîn. Li navendê, li buherekeke jorî da pankarteke li ser bi Fransî “Azadiya Ocalan, azadiya me ye” hatiye nivîsîn daliqandin û dirûşma “Bijî Serok Apo” gotin.
Piştî ku ciwanên ji vir veqetiyan, li ser dîwarên li navendê, nivîsên “Em pêl bi pêl tên”, “Bijî Serok Apo” û “PKK” nivîsîn.
Ciwan daxuyandin ku êdî yê zêdetir di mijara azadiya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan da di nav xebatan da bin û banga ciwanên Kurd kirin ku di vê bingehê da xwe birêxtinî bikin û çalakiyên xwe mezintir bikin.