BALEYAKATÎ – Li herêma Zînî Wertê ku dikeve navbera Çiyayê Karox û Qendîlê û girêdayî navçeya Rewandizê ye, alozî didome. Ji 2 hefte zêdetire hêzên pêşmergeyan ên girêdayî PDK’ê li Zînî Wertê bicîh bû û baregeh çêkir. Piştî ku Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) hêzên xwe li Zînî Wertê bi cih kir, bû sedema aloziyan û nerazîbûna. Piştî hatina vê hêzê, balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker jî 15’ê Nîsanê herêm bombebaran kir û 3 gerîla şehîd bûn. Nerazîbûnên dijî komkirina hêzê a li Zînî Wertê her ku diçe zêde dibe. Bertekên li dijî aloziya li Zînî Wertê ku ji ber bi cih bûna hêzên PDK’ê derket, berdewam dikin. Li şûna ku PDK’ê hêzê xwe vekişe her ku diçe li Zînê Wertê û li deverên nêzî heremê peşmerge û cepilxane takviye dike.
Jinên Ciwan ên Baleyakatî û Ciwanên Başurê Kurdistanê, di derbarê provakasyona PDK’ê de ji ajansa me re axivîn û wiha diyarkirin: “Li hember rewşa Zînê Wertê bêdeng nemînin”
Jina Ciwan Lara Ebbas ya ji herêma Baleyakatî li ser provakasyona PDK’ê ya ku li Zînê Wertê ji ajansa me re axivî û wiha got: “Zînê Wertê şûnekî geştiyariye ku PDK’ê li hatiye baregehekî leşkerî avakiriye. Zînê Wertê di navbera îdare herêma Raperîn û Çomane lê ji alî balafirên dewleta Tirk a faşîst ve rastî êrîşên hawayî tê. Bi qirêjî destê xwe davêj e xaka Başurê Kurdistanê. Bi destê hevkarên xwe herêma Baleyakatî Dola Şawrê û Zînê Wertê bi tundî bombabaran dike. Ez jî wek Jinekî Ciwan ya ji dewera Herêma Baleyakatî û Dola Balayan ji PDK’ê û hêzên din dixwazim ku baregehê xwe ji Zînê Wertê rabikin. Em hemwelatiyên herêmê naxwazin bibin kurbanî. Hûn jî li hember vê bêdeng nemînin. Helwestê xwe nîşan bidin.”
“Li herêmê metirsî baregehên dewleta Tirk a dagirker e”
Nêvar Faîk ya ji dewera Herêma Baleyakatî jî nerînên xwe ji me re parvekirin: “Ez wek Jinekî Ciwan ya Tekoşer ya Herêma Baleyakatî, Bi tundî bombabaranên dewleta Tirk a dagirker a li Zînê Wertê şermezar dikim. Dawa dikim ku li Zînê Wertê wek berê bila jiyan bizivire asayiyê. Pêwîst nake ku hêzên PDK’ê biçe Zînê Wertê, pêwîstiya parastina wê heremê nîn e. Esas metirsî baregehên dewleta Tirk a dagirker li wan deweran e. Metirsî baregehên MÎT’ê Tirkan e. Dagirker xwe fire dike. Mînak jî Kampa Mexmûr e. 9 Mehe PDK’ê ambargo disepîne. Dewleta Tirk a dagirker jî bombebaran dike. Û mirovên me şehîd dixe. Dawa li gelê Başurê Kurdistanê dikim li hember vê dagirkerî bêdeng nemînin, helwest nîşan bidin.
“Dawa li PDK’ê dikim ku hêzê xwe yê Zînê Wertê bikşîne”
Ciwanê bi navê Kaneh Mihemmed jî di derbarê rewşa Zînê Wertê wiha hestên xwe anî ziman: “Ez wek ciwanek bûyera ku li Zînê Wertê rû dide, qebûl nakim. Hebûna hêzan li Zînê Wertê xirakirina aramiyê ye. Dawa li partiyên siyasî yê Kurdistanê û berpirsyaran dikin ku xwe li hember Zînê Wertê baldar û bi berpirsyar tevbigerin. Dûbare bûyîna dîrokê nayê qebûl kirin. Çûyîna hêza ew navçe xizmeta Kurdistanê nake. Şehîdbûyîna 3 gerîlla jî ji bo me xemgîniyek pir mezin e, lê belê em wek Ciwan em ê tola wan Şehîdên xwe rakin. Dawa li PDK’ê dikim ku hêzê xwe yê Zînê Wertê bikşîne.”
NC// Bahoz Cûdî