ÎZMÎR – Buroya Hiqûqê ya Gel, li ser hesabê twîtterê agahî parve kir û diyar kir ku muwekilê wan Mustafa Koçak ê 297 roj in di rojiya mirinê de bû, jiyana xwe ji dest daye.
Buroyê ragihand, ku muwekilê wan Mustafa Koçak ji bo darizandina bi edalet ketibû rojiya mirinê û di hucreyê de bedena wî heliya.
Buroyê da zanîn ku Koçak ji bo mafê xwe di hucreyê de bi grevê li ber xwe da û ket rêwîtiya nemir.
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Zanibin ku dewletê ji bo şahidekî li dadgehê guhdar neke qetil kir. Em li ber bîranîna wî bu hurmetî bejna xwe ditewînin. ”