Yekîneyên Tolhildanê li dijî AKP-MHP’ê li Wanê çalakî kirin

Yekîneyên Tolhildanê ragihand wan li Wanê çalakî kirin û li dijî AKP-MHP'ê, sazî û dezgeh û kesên bi wan re têkildar çalakiyên xwe bidomînin.

WAN – Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Sema Koçer, Şehîd Têkoşîn Amanos derbarê çalakiyên ku li Wanê kirine agahî da.

Di daxuyaniyê de hate gotin, ”Li dora xeta me ya sor Rêbertî em ê xeleka ji êgir geş bikin” û hemû ”kelehên faşîzma AKP-MHP’ê û hemû sazî, dezgeh û şexsên ku desteke didine me bibin hedefa me.”

Yekîneya Tolhildanê derbarê çalakiyên wan ên Wanê agahî da û yekîneyên tolhildanê 8’ê Nîsanê li taxa Gundogdu ya Îpekyoluyê, li kuçeya Erbekê bi teqemeniya bi dest û bi çekan çalakî li dijî mala Idrîs Şurkî kirine, ku hem endamê Meclîsa AKP’ê ye û hem jî cerdeva ne.

Bi berdewamî hate gotin 14’ê Nîsanê jî li dijî polîstên îstîxbarê yên Tirk ku li ser ciwanan ferz dikin ku sîxûriyê bikin bi teqemeniya bi destak û fîşekên hewayî çalakî kirine, ziyan gihate ser wesayita polîsên Tirk.

19’ê Nîisanê jî li Xaçortê ya Îpekyoluyê li dijî êrîşên li ser Mexmûrê û Zînî Wertê kuçe hatine zevtkirin û propaganda hatiye kirin, dema ku polîsên Tirk êrîş anîne ser wan yekîneyên wan ên tolhildanê bi çek û teqemeniya destan bersiv dane wan û diyar kir heta sibehê jî yekîneyên wan ewlehiya taxê bi cih anîne.

Yekîneyên Tolhildanê diyar kirin 20’ê Nîsanê martêketeke BÎM’ê ya li taxa Yenîmahele ya li Îpekyoluyê û wesayiteke kar a markêtê hatiye şewitandin, ziyan giyaye ser bîna û wesayitê.

20’ê Nîsanê jî wesayita endamê Meclîsa AKP’ê Veysî Mutlu li Îpekyoluyê hatiye şewitandin.

Bi berdewamî hate gotin 22’yê Nîsanê jî li taxa Karşiyaka ya Îpekyoluyê çalakiyeke bi çekan û teqemeniya destan li dijî hevkarê AKP’ê û her wiha cerdevan Mehdî Toran kirine.

Herî dawî hate gotin 23’yê Nîsanê li navçeyên navendê yên Wanê bi mijara ‘ji zindanan re azadî’ nivîs li dîwaran nivisîne.

Yekîneya Tolhildanê her wiha got ew dengê xwe li wan kesên dikin ku bi AKP’ê re dixebitin û gotin heke dev ji hevkariya xwe ya bi AKP’ê re neqerin wê helwesta wan ji niha û pê ve cudatir be.

Nivîsa Pêş