ZÎNÎ WERTÊ – Aloziya li Zînî Wertê ku dikeve navbera çiyayên Karox û Qendîlê, didome. Piştî ku PDK’ê di 18’ê Adarê de hêzên xwe şandin Zînî Wertê, di nava hêzên siyasî, rêxistinên civakî û gelê Kurdistanê de bû sedema nerazîbûnên mezin. Hemû alî û derdoran bal kişandin ser metirsiya şerê navbera hêzên Kurd û xwestin ku PDK hêzên xwe paşve bikişîne.
PDK’ê liser nerazîbûnan daxuyanî da û îdîa kir ku ew hêz girêdayî wan nîn in, girêdayî Wezareta Pêşmergeyan e. Di 15’ê Nîsanê de balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker Zînî Wertê bombebaran kir û 3 gerîlayên HPG’ê şehîd bûn.
Piştî bombebaranê KCK’ê daxuyanî da û diyar kir ku 3 gerîla ji bo hevdîtinê çûbûn noqteya hêzên PDK’ê û ji wan re gotibûn hebûna wan li wir baş nîne, lê piştî vegerê balafiran ew bombebaran kirine. KCK’ê bal kişand ku hersê gerîla li ser îxbara ku ji nava noqteya PDK’ê hatiye dayîn, bûne hedefa bombeyan.
Têkildarî mijarê li tevahiya Başûr û perçeyên din ên Kurdistanê nerazîbûn hatin nişandan. Saziyên sivîl, hunermend, siyasetmedar û rojnamevanan bi belavokan banga vekişîna hêzê li PDK’ê kirin û daxwaza diyalogê kirin.
Babet cihê xwe yê di rojevê de diparêz e. Nûçegihanên ajansa me jî rewşa dawî ya li Zînî Wertê û liv û tevgera li herêmê şopandin.
Di dîmenên nu hatine kişandin de tê dîtin, li Zînî Wertê piranî wesayîtên sivîl tên bikaranîn. Li cihê baregehên PDK’ê û YNK’ê bêdengiyek serwerbe jî, li derdorê liv û tevgereke zêde heye.
Li gorî zanyirên ku nûçegihanan ji herêmê wergirtine, li herêmên derdora Zînî Wertê jî liv û tevger heye. Li gorî van zanyariyan PDK’ê hêzek pêşmergeyan li gel Benzînxaneya Pira Hafiz, Rêya giştî ya Hamilton, mefreqa di navbera Wertê û Çomanê de, li baskê PDK’ê yê Çomanê, li girê Xanol li Qesrê, li Mefreqa Dergele ya ser bi rêya bajaroka Wertê bicîh kirine.
Çavkaniyan ragihandin ku hejmara pêşmergeyên hatine herêmê 400 kesî derbas dike û piranî ji ji lîwaya 8 a Helgurt û Sipîlka ne.
ÇAVKANÎ: ROJNEWS/BÊRÎVAN ELÎ