STRASBOURG – Aktîvîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger yên ku doh li bajarê Fransayê Strasbourgê hatin li cem hev, êrişên dewleta Tirk a dagirker ya bi hevkariya PDKê va li wargeha penaberan a Mexmûrê ya di bin kontrola Neteweyên Yekbûyî da ye û ya li qada Zînî Wertêyê protesto kirin.
Di Strasbourga ku ji ber şewba Coronavîrûsê qedexeya derketina derva heyî, aktîvîstên TCŞ ji ber pêngava Nehêleyê çalakiyekî li dar xistin. Ciwanan gîhaneka otobana Strasbourgê ji trafîkê ra girtin. Ciwanan pankarteke bi Fransî “Li dijî faşîzma Tirkan bikeve nav berxwedanê” hatiye nivîsîn vekirin û dirûşmên bi Fransî “Erdoganê Kujer” û “Tirkiyeya Faşîst” berz kirin. Ciwanên ku bi posterên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û alên PKKê va çalakiya xwe berdewam kirin, carcaran jî fîşekên hewayî teqandin.
Çalakiya ku saet 20an da dest pê kir, bi gotina ciwanan a piştî vê yê çalakiyên xwe mezintir bikin û bi banga ku li ciwanên Kurd hate kirin ji bo zêdetir tevlî nav van çalakiyan bibin va piştî 15 deqeyan bi dawî bû.