Rêberê Gelan Abdullah Ocalan
“Hêja ye ku mirov li ser pirsgirêka mekan a civakê rawest e. Mijareke berfireh e. Li ser têkiliya civaka mirov bi cografyayê re radiwest e, û hewl dide vê têkilî û pêşketinê fêhm bike. Mirov dikare mijarê bi pêkhatina sîstema rojê bide destpêkirin. Û heta ji vê jî wêdetir xeleka sêyemîn a li dora rojê pêkhatina qonaxên dinya me; tebeqeyên atmosferê, derya, okyanûs, çem û pêkhatina baranê, derketina holê ya teht û zinaran, tebeqeya axê, li okyanûsan rewşa zindiyan û şaneyên pêşî yên zindî, cîhana nebatan a bi kevzê destpêkirî, dîsa cîhana heywanan a bi bakteriyên pêşî destpêkirî, têkiliya heywan-nebatan, bi giştî beridandina cîhana heywan û nebatan, di xeleka beridandinê de prîmatên ku pêşiyên mirov ên pêşî têne hesibandin di kîjan xelekê de weke cinsê mirov şikil digirin, ha em wisa gelek pirs û bersivan dikarin li lîsteya cografyayê zêde bikin.
Bi xetên stûr û xelekên li hev badayî têkiliyeke xurt û eşkere di navbera mirov û cografyayê de heye. Mînak eger rojekê atmosfer, nebat, heywan, erd û çavkaniyên ava vexwarinê ji ser mirov qut bibin, cinsekî bi navê mirov namîne. Ev rewşên ku me behsa wan kirî mîna berhemên mejiyekî mezin bin kêliyekê jî xira bibin wê dawî li jiyana mirov bê. Ji lewra divê bi giştî têkiliya mirov û cografyayê timûtim li ber çav were girtin. Bêyî vê nabe ku mirov li civaknasiyê bikole. Lê heta van demên dawiyê mîna ku hewcedarî bi lêkolîna vê têkiliyê tinebe der barê zanist, felsefe û dîn de bi hezaran pirtûk hatine nivîsandin. Seyr e, mîtolojiyên em wan li derveyî rastiyê dihesibînin, bêhtir bi têkiliya mirov û cografyayê re pêwendîdar bûne. Diyar e, ev encama qutbûna mejiyê analîtîk ji mejiyê hisî ye.
Di qonaxa ‘dema dirêj’ a asta klan a koma mirovan de mekan ango bandora şertên cografyayê diyarker in. Heta dawiya dema qeşayî ya çaremîn civaka klan nikare gav biavêje, ji bo vê şîroveyeke rast e ku mirov bibêje; di vê yekê de ji kêmbûna beridandina hundirîn wêdetir, bêkêrbûna rewşa cografîk bandorê dikin. Çend mîlyon salên tê texmînkirin ku jiyaye, ji bo ji hundir ve biberide, demek e ku têrê dike. Lê diyar e ku şert û mercên derve ji bo vê derfetê nadin. Cografyanas hemfikir in ku ji dawiya dema qeşayî ya çaremîn (ji salên 20.000î B.Z. heta îro) heta rojên îro rewşeke cografî ya bi xetên sereke dişibe şertên niha pêk hatiye. Cinsê mirov heta vê demê (wer texmîn dikim ku ji bilî pirraniya Giravên Okyanûs û Emerîkayê) li cografya bi gelekî paşê weke Asya, Ewrûpa û Efrîka hatin bi navkirin, piştî derbaskirina gelek qonaxan, di dawiya dema qeşayî ya çaremîn de bi cinsê Homo Sapiens (Mirovê difikire) gav diavêje dema nû.
Piştî salên 20.000î B.Z. em dibînin sê komên çandê diyar dibin. Li gorî antropolojiya li ber hev digire û arkeolojiyê, koma pêşî semîtîkên nêzî reşikan e, ku pêla dawî ya qutbûnên timî yên ji parzemîna Efrîkayê ne. Ev kom li Bakurê Efrîka, Erebîstan û li hin deverên qûntara çiyayên Toros-Zagrosê belav dibin. Ev belavbûna wan heta qonaxa şaristaniyê dewam dike û piştre jî bi qasî ku karibin bi dewrûbera xwe ve diçin. Koma duyemîn jî ji keviyên Sibîryayê qut bûne di ser Tengava Berîngenê re çûne parzemîna Emerîkayê, milekî wan ên sereke jî çûye perav û giravên rojava yên Okyanûsa Mezin, çûne Asya Navîn û hinek jî ji wan li hin deverên Ewrûpa Rojhilat (Fîn-Uygur) belavbûne. Weke Çermezer û Çermesoran têne bi navkirin. Koma wan a herî mezin ji Çîn, Japon û Tirkan pêk tê. Di qada navberê ango qada hînê fireh û kêrhatî de koma em jêre Hind-Ewrûpa dibêjin ango cinsê spî cih digire. Koma şaristaniyê û qonaxa wê ya pêş serdema cotkariyê ya neolîtîkê dide destpêkirin ev kom e. Herçiqas bi derengî be jî cinsê bakur û başûr cinsê zerik û reşik gavavêtine neolîtîk û şaristaniyê jî şîroveya min ew e ku bêyî cinsê spî yê li qada naverastê cih digirin zehmet e ku vê yekê bikin.
Antropolog, arkeolog, jeolog û biyologên xwedî gotin hemû hemfikir in ku di koma Hind û Ewrûpiyan de mekanê neolîtîkê û weke qonaxa paşê şaristaniyê qûntarên Zagros-Torosan e, lewma ji bo derbasbûnê derfetên herî baş û kêrhatî li wan heye. Ev dever bi rewşa xwe ya diyarker a heywan û nebatan, bi rewşa xwe ya çem û baranê, bi rewşa xwe ya bahewa û jeolojiyê di navbera Efrîka, Asya û Ewrûpayê de derbasokeke esas û mekanekî bêhndanê yê sereke ye. Kakilê pêşengî ji koma Hind-Ewrûpî re kir di dîrokê de ji aliyê yên şaristanî cara pêşî dan destpêkirin ve weke koma Aryen hatin bi navkirin. Di belavbûna li dinyayê ya şoreşa neolîtîk-cotkariyê û piştre jî serdema bajar-dewlet-şaristaniyê de mekanê Aryenan bi roleke sereke rabûye. Dibe ku Sumeran ji bo ku çandiniya nebatên li ser giran û li nav zeviyan bi nav bikin peyva Aryan –Îrana îro – bi kar anîbin û bivî awayî bûbin çanda pêşî ya ev nav bi kar anî.Ji ber ku min pirtûka yekemîn a parêznameya xwe ji vê mijarê re veqetandibû ez ê dubare nekim.
Xusûsa mijara me ya bingehîn ew e ku em lêbikolin ka li Hollanda û Ingilîstana di dîrokê de navê wan kêm tê hildan çawa ekonomiya kapîtalîst bi ser dikeve û di vê serketinê de rola cografyayê çi ye. Civaknasên di roja me ya îro de rola cografyayê di bin navê ‘jeopolîtîk’ û ‘jeostratejîk’ de teng dikin, cewherê wê yê bingehîn ji nedîtî ve tên û bi vî awayî hewl didin şîrove bikin. Lê ya rastî divê mirov berê pêşî û weke esas têkiliya di navbera cografya û dîrok-civakê de bigire dest û li ser raweste. Herhal a manedar ew e ku mirov bi rehan re, ne bi şax û guliyan re bilebike. Bi giştî ji bo lêkolîna cografya şaristanî û serdeman zanîna dîrokî û antropolojiyê şert e. Dîrok bê mekan nabe. Jixwe bi xetên sereke dualîteya zeman-mekan a gerdûnê her tim awir li ser in. Bandora li hev dikin, heta veguherînên wan û qabîliyetên wan ên bi hevrebûnê ji aliyê zanistan ve timî tên guftûgokirin û nirxandin.
Em careke din li çîroka xwe ya ‘zilamê bihêz û xasûk’ vegerin. Lê wexta em derbasî çîroka xwe bibin divê ez destnîşan bikim ku ez ji hewcedariya têkiliya di navbera zanist-zanîn û çîrokê de bawer dikim. Ez yeqîn nakim ku zanista bê çîrok bi temamî manedar bibe. Ji ber vê, çîroka ‘zilamê bihêz û xasûk’ di civaknasiyê de yek ji wan têgînan e ku kevirê çarqozî ye, divê li serê quncikê were danîn. Ji bo em gelek têkiliyên civakî şîrove bikin, hewce dike. Jixwe di gelek qadan de wexta gelek bûyer û têkilî dikevin zikhev, weke çîrok anîn ziman ji bo zanistê awayekî kêrhatî û hêja ye. Dîndartiya bi navê pozîtîvîzmê evçend bûyer û têkiliyên nayên jimartin nikar e, û pêkan nîne bi awayekî pozîtîvîst tespît bike, ji lewra heye ku anîna ziman û pêşdebirina zanistê bi rêya çîrok, dîn, exlaq û cureyên din ên hunerê rêyeke rast be. Zilamê bihêz û xasûk ê destpê kir gav avêt qonaxa zilamê serwer û di nava kulmozên hêzê yên super de cihê xwe girt, di vê pêvajoya dirêj de rêyeke bi labîrent û tijî bêbextî şopand. Gelekî girîng e ku mirov mekanê vî zilamî yan jî zilaman ên carnan eşkere lê dimînin û carnan jî xwe vedişêrin lêbikole. Eger mirov wan timî weke hêzên timî di nava pêngavên stratejîk ên civakî (ekonomîk, siyasî, eskerî) û taktîkan de bifikire wê me bêhtir nêzî zanînên wan bike.
‘Zilamê bihêz û xasûk’ mîna dizekî ket ekonomiya malê ya jinê. Qîma xwe bi talanê jî neanî. Ya hînê xirabtir û tehlûketir jin xist rewşeke timî destavêtinê û malbata pîroz kir mîna nivîna Çil Heramiyan. Rewşa xayînekî dizane çi dike ti carî neterikand. Tovên danehevên sermaya pêşî li vî mekanî hatin çandin. Yekemîn, li nêzî ekonomiya malê, mal bi xwe hat dagirkirin; duyemîn, li dijî yekdestdariya fermî û rewa ya dewletê yekdestdariya taybet li baregehên navendî yên çil heramiyan an jî li nêzî wan mekan girtin. Ji ber ku ji çavdêriya civak û dewletê direve, pirr zû bi maske û hîle di nava mekanên wan de cih girt. Kemîn danî. Kengî keys dît weke şêrekî xwe çeng ser nêçîra xwe kir. Carnan bi xasûkiya rovî nêçîra xwe zevt kir. Mîna bûkalemûn li gorî rewşê reng girt. Di nuqteyên marjînal de xwe weke pisporê bazirganiyê îlan kir. Qadên gund û bajaran ên şaristaniyan nikarîbû xwe bigihînine wan bi dijwarî di bin çavdêriya wî de ne. Gelekî hoste ye ku xwe di qelş û terkên nav civakê de veşêre. Pirr baş dizane bi rola balansê rabe û herdu aliyan jî bişêlîne. Haya xwe jê heye ku ji bazirganiyên mesafe kin hindik, ji bazirganên rê dirêj gelekî karê bi dest bixe. Yek ji pîvanên bingehîn ê pîşeya wî ye ku mîna bi pozê xwe bêhn bike qadên jê karê bike nas dike, bi ser de diçe. Eger mirov çalakiya wî weke korsantiya stratejîk a van rêyan binirxîne wê zêdetir hînker be. Wexta ku tê gotin welatê sermayê tineye, ev rastî tê destnîşankirin.
Mirov dikare bibêje eger bajar-bazar-bazirganî şertên pêş ên kapîtalîst in, çima li van mekanan serketina xwe zû îlan nekir? Di vê nuqteyê de divê ez bi girîngî bibêjim ku kapîtalîzm weke sîstem ti têkiliya xwe yekser bi zanist û teknolojiya pêşketî re nîne. Çawa ku bi awayekî serketî li Amsterdamê derket holê, dikarîbû li sîteya Ûrûkê jî derketa. Li şûna ku hewl bide bibe xwediyê tevahiya sîstemê û xwe lê rakişîne, mayîna wî weke bazirganekî hevkar yan jî serdezgedar û bûna xwediyê gundikekî zêdetir dikare li hesabê wî bê. Sedema bingehîn a vê yekê dibe ku ev be; yekdestdariya rahib, siyasetvan û esker cih nedayê ku bibe serdest. Ev kulmozên hêzê yên rewa bûne û hatine ceribandin, dibe ku kulmozeke çaremîn, zêde û belkî jî ji ber pêkhatina wê weke tehlûkeyekê dîtibin.
Em dibînin ‘zilamê bihêz û xasûk’ weke hêza çaremîn a yekdestdariyê ji bo bibe sîstem xwe radikişîne. Lê timî têk diçe. Ez yeqîn dikim, kavil û wêranbûna gelek bajarên li cografyayên kesek ne li bendê, bi van bûyeran pêkan e. Di serdema pêşî û navîn de bajarên bazirganiyê yên gelekî dewlemend ji nişkê ve bi awayekî di dîrokê de tine bibin, wêran bûn, dibe ku ev yek bi berxwedana eskerî û siyasî ya yekdestdariya çaremîn re (kapîtalîzma destpêkê) têkildar be. Li cografya Hindistan û Pakistanê bajarê Harappayê (gelekî pêşketiye, nivîsê jî bi kar tîne, avahî û mîmariya wê gelekî bi rêkûpêk e, bajarekî dewlemend e, B.Z. 2500) pirr zû ji holê radibe, dibe ku ev yek ji reqabet û serhildana wê ya li hember yekdestdariya sêber a rahib-siyaset-esker a li cografya cîran be. Îhtimaleke xurt e, pêşî koloniyeke bazirganiyê ya şaristaniya bi koka xwe Sumer be, piştre ji bo serxwebûnê serî rakiribe. Bi serketa, belkî jî ji ber şertên wê yên mîna hevrikê wê tinebûn, weke Amsterdama pêşî xwe li avakirina sîstemekê biceribanda ango wê xwe li avakirina kapîtalîzma destpêkê rakişanda.
Mînakeke balkêş jî çîroka Kartacayê heye. Fenîkiyan di sedsala 8. B.Z. de ev bajar li deverên herî dûr û berfireh ên Derya Spî ava kiribûn û bi temamî bajarekî bazirganiyê bû. Mîna ku Rojavayê Derya Spî û Efrîkayê temsîl bike û weke hinterlandê xwe bi kar bîne. Pirr eşkere pêş diket, lê bi sedema şert û mercên xwe qelsiya wê hebû, nikaribû împaratoriyê ava bike. Yên dixwestin ava bikin jî asteng dikirin. Heye ku nakokiya wê ya bi Romayê re ji vê yekê be. Bi saya nîvgirava Îtalyayê ji Romayê dihat ji dewleta bajêr bibihure, li ser deverên fireh komar û împaratoriyê ava bike. Ji bo Kartaca rizgar bibe yek şert hebû; diviyabû ya ku Amsterdamê li dijî împeretoriyên Spanya û Franseyê kir, bike. Ango karektera yekdestdar a bazirganiya bajêrî pêşketî bi dewleteke kapîtalîst li ser cografyayeke her diçe berfireh dibe bigihîne hev û taqwiye bike. Ji bilî vê ti rêya wê tinebû ji Komara Romayê rizgar bibe. Ji bilî têkbirina Kartacayê, ti rêya Romayê jî tinebû. Ji ber ku Kartaca dikarîbû li ber serê wê bibe alternatîfek û dawiyê lê bîne. Têkiliya Kuba-DYE’yê tîne bîra mirov! Hînê jî weke gotineke li ser zimanan tê gotin: senatorên Romayî di destpêka her civînê de ji cihê xwe çeng dibin û dipirsin, ‘Ma wê ev meseleya Kartacayê çi bibe?’
Qurbanekî din ê bi heman rengî yê Romayê bajarê navdar ê li rojhilatê Sûrî Palmyra ye. Di nîvê duyemîn ê sedsala 3. B.Z. de wexta krîzên pêşî yên hilweşîna împaratoriyê dikeve rojevê, serhatiyên Palmyrayê balkêş in. Ez wexta li Sûrî bûm, ez timûtim diçûm serdana xirbeyên vî bajarî û bi heyranî min lê temaşe dikir. Li nava çolê li dora aveke ji binerdê derdikeve ava bûye. Li dora avê daristaneke xurmeyan û li keviyên wê jî keleyeke tevî bircên xwe heye. Herweha bi agora xwe, Perestgeha Delfê ya navdar, avahiya senatoyê, goristanên li newalê, çarşiyên wê yên dirêj û bi gelek qesrên xwe bajarekî bi heybet e. Di warê niqirandin, verotin û şehkirina keviran de bi temamî xwedî wesfên harîqa ye. Bajarekî welê ye ku mirov matmayî dihêle û dixe nava aramiyê.
Palmyra bajarekî girîng e. Ji ber ku di navenda çûnûhatina bazirganiya rojhilat-rojava û bakur-başûr de cih digire. Herweha di navbera împaratoriya Îran-Sasanî û Romayê de bi rola bajarekî dewlet ê tampon radibe. Salên dûrûdirêj li ser yekdestdariya bazirganiyê her mezin û dewlemend dibin. Li gorî min mirov wê bişibîne Amsterdam an jî New Yorka demê têrê nake. Ji aliyê gerdûnbûnê! Împaratoriya Romayê weke Kartacayê ji vê mînakê jî bêzar e. Dîrok nîşan dide ku bajar di demên xwe yên dawî de ango di salên 270’î P.Z. de qîma xwe nayne weke silaleyeke xwedî statuya fena qraltiya bi ser Romayê ve bimîne, û heta hez kiriye weke alternatîfeke Romayê rabe.
Ya Kartaca têde nikarîbû bi ser bikeve, gelo wê Palmyrayê bi ser biketa? Pirs ev e, û diyar e xwedî potansiyeleke bi tehlûke ye. Li gorî gotinê, Împaratorê Romayê Aurelius piştî şerê dûvdirêj bajar zevt kiriye û xwestiye bajar çawa zevt kiriye welê jî radestî qralîçeya bi hêz a bajêr a wê demê Zennûbeyê bike. Kengî bajêr weke eyaletekê radestî Zennûbeyê dike, vedigere. Lê di nîvê rê de dibihîse ku li bajêr dîsa serhildanê destpê kiriye û bajar doza serxwebûnê dike. Ji nû ve bi hêrseke mezin bi ser bajêr de diçe û wer li bajêr dide ku careke din bi ser xwe ve neyê. Li dawiya xwe xirbeyê bajêr dihêle û vedigere Romayê. Zennûbeya direviya cem Sasaniyan û li peravên Firatê girtibû jî bi xwe re jî dibir. Bûyernivîsên dîrokê radigihînin ku Zennûbe bi tevahiya dewlemendiya xwe ve weke êsîrekê li pêşberî gelê Romayê hatiye teşhîrkirin.
Zimanê jinê yê Romayê timî tesîr li min kiriye. Piştî ku ez li çîroka Zennûbeyê serwext bûm, mîna ku min sirra vê yekê zevt kiribe. Roma ne bi tenê ew bajar e ku tevahiya rêyan diçinê, herweha bi tevahî qral û qralîçeyên xwediyê hêzê û bi qabîliyet jî bar dikinê. Wer xuya ye ku ya nîv-komîk nîv-trajîk di çûna min a Romayê de bi serê min de hat, ji nêz ve bi vê dîroka Romayê re têkildar e. Eger min Spartakus, Saint Paul û Brûno baş û ji dil fêhmkiribûna, ez ê herhal hînê bi baldarî tevgeriyabûma. Wekî din jî diviyabû min Gramsci xwendibûya. Ax Sosyalîstno ax!
Ji bo Palmyrayê rêya bi tenê ya rizgariyê rêya Amsterdam an jî Londonê bû. Li ber xwe da, lê bi ser neket. Eger mirov Atîna Serdema Antîk mînak nîşan bide, heye ku mirov jê hîn bibe. Ev bajarê ku berhemekî bazirganiya deryayê bû, di salên 500-350 B.Z. de mîna stêrka şaristaniyê bû. Pirr bi hêsanî mirov dikare tespît bike ku kapîtalîzma destpêkê herî zêde li vî bajarî pêş ketiye. Yekdestdariya bazirganiyê ya mezin û taybet (ne dewlet) bi sedan mîl û kîlometreyan li deverên dûr karê xwe dimeşînin. Dewlemendî diherikin Atînayê. Ji Rojhilatê Derya Spî heta bi Marsîlyayê, ji Bakurê Efrîkayê heta bi Makedonyayê, tevahiya Anatolê bi tevna bazirganiyê ya Derya Reş pere û berhemê zêde diherikînin Atînayê. Felsefe afirandiye, pîşesazî li ber fabrîkebûyînê ye; hunerê çêkirina keştiyan li asta herî jor e, pere li ser kar e. Li her deverê kolonî hene. Ji her alî ve dewlemend û xwediyên pereyan têne Atînayê. Cara pêşî ye ku dibe xwediyê rewşeke kozmopolît. Li gorî şîroveya min a şexsî, kêmasiya wê bi tenê ew bû ku nikarîbû yekîtiya di nava nîvgiravê de pêk bîne û ev li pêşiya serketina kapîtalîzmê astenga sereke bû. Pirsgirêka peydakirina hêza ji bo kar tinebû. Li bazarê kole û bend ji xweliyê erzantir bûn. Di vê qonaxê de Atîna yan wê ji koletiya berê bibihure di çarçoveya nîvgiravê de dewleteke netewe ava bike û zû bibe Hollandayek, yan jî wê li ber hevrikên xwe têk biçe û di rewşeke bê qimet de bimîne. Qraltiya Spartayê ya hêza bejahiyê bû û Împaratoriya Pers a ji deryayê dûr bû ji sedsalekî zêdetir timî li vî bajarî dan. Lê wê bi demokrasiya xwe her hewl da li ser piyan bimîne. Qralên Makedon Filîp û kurê wî Skender Atîna ber bi têkçûneke strajîk ve birin. Li hemberî qraliyetên Helenîstîk ên Anatolyayê û Romayê yên di salên 300î B.Z. de mezin dibûn ti şensê wê yê gavavêtinê nemabû.
Eger mirov mînakên proto-kapîtalîzma şaristaniya Îslama serdema navîn û mînakên li devê nîvgirava Hindê hatin avakirin bide, bawer dikim ku wê bibe dugêsinkirina mijarê. Mînakên balkêş ên vê demê bajarên kapîtalîst ên navdar ên li nîvgirava Îtalyayê ne. Spanya, Franse û Awûsturyayê hez dikir bi şêwazê berê împaratoriyan ava bikin, yên ku hêza xwe ji van digirtin kengî li tevahiya nîvgiravê û yek bi yek bajaran desthilatdariya Venedîk, Cenova û Floransayê şikandin û girtin destê xwe, hingî şensê ku bibin Amsterdam û Londonekê zû jî ji destê wan çû.
ÇAVKANÎ: ŞARISTANIYA KAPÎTALÎST “Serdema Qralên Tazî û Xwedayên Bêmaske” (PÎRTÛKA DUYEMÎN)