STENBOL – Buroya Hiqûqê ya Sedsalê diyar kir ku Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û muwekîlên wan ên din ku li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê girtî ne, bi rêya telefonê bi malbatên xwe re hevdîtin kirine.
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê diyar kir ku muwekilên wan Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysi Aktaş ên li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê girtî ne, bi rêya telefonê bi malbatên xwe re hevdîtin kirine.
Buroya Hiqûqê daxuyanî da û wiha got: “Malbatên muwekilê me yê li Girava Îmraliyê Birêz Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysi Aktaş îro (27.04.2020) li cihên xwe bi rêya dozgeran bi muwekilên me re bi telefonê hevdîtin kirine.”
Ji Çapemenî û Raya Giştî ra pic.twitter.com/pVhW4iWNCa
— Asrın Hukuk Bürosu (@asrinhukuku) 27. April 2020