STENBOL – Buroya Hiqûqê ya Sedsalê diyar kir ku muwekilên wan Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysi Aktaş ên li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê girtî ne, bi rêya telefonê bi malbatên xwe re hevdîtin kirine. Malbatan ragihandin ku giritiyan aniye ziman ku rewşa wan a tenduristî baş e.
Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ê di axaftina li gel malbatê pêk anî de, banga yekîtiyê kir.
Buroya Hiqûqê daxuyanî da û wiha got: “Malbatên muwekilê me yê li Girava Îmraliyê Birêz Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysi Aktaş îro (27.04.2020) li cihên xwe bi rêya dozgeran bi muwekilên me re bi telefonê hevdîtin kirine.”
Malbatên ku bi rêya telefonê hevdîtin pêk anîn, diyar kirin ku rewşa tenduristiya wan baş e.
Birayê Omer Hayrî Konar Elî Konar diyar kir ku hevdîtinek kurt li gel birayê xwe kiriye, destnîşan kir ku xwişka wî jî li gel Konar axiviye. Têkildarî hevdîtina kirî birayê Konar ev got: “Tenê pirsa bê ka malbat çawaye çi dikin, kir. Anî ziman ku rewşa wan baş e.” Konar destnîşan kir ku ji ber şewbê bi fikarin û got: “ Anî ziman ku hevdîtinên li gel girtiyên din dihate kirin, nehatine kirin. Ew jî ji bo tenduristiya wan baş be dikin.” Konar diyar kir ku ji roja ku birine Îmralî û vir ve hevdîtinek û bi rêya telefonê carekî hevdîtin pêk anîne.
Malbata Hayrî Yildirim jî di hevdîtina bi qasî 20 deqeyî dom kir de diyarkirin ku rewşa wan a tenduristî baş e. Agahî da ku wê malbat dubare bikarin bi rêya telefonê hevdîtinê bikin.
RÊBER OCALAN BANGA YEKÎTIYÊ KIR
Mehmet Ocalan ê bi Ocalan re hevdîtin kir got: “Duh ji bo me gotin sibe saet 12:00’an werin Serdozgeriya Komarê ya Rihayê. Em jî li ser vê îro çûn wir, bi rêya telefonê em axivîn. Carekî telefon qût bû. Piştre dîsa em axivîn. Hevdîtina me ya li ser telefonê bi qasî 20-25 deqe dom kir. Anî ziman ku tenduristiya wî baş e. Got, niha nexweşî li vir tine, lê dibe pêşerojê derkeve. Piranî li ser başûrê Kurdistanê nirxandin kir. Banga yekîtiyê kir.”