WAN – Meclisa Ciwan û Jinên a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Wanê li dijî qanûna înfazê ya ku rejîma Akp-Mhp derxistibû meşiyan.
Meclisê Ciwanan qanûna înfazê ku girtiyên siyasî nagire navxwe li gelek kolanan bi komên gireseyî protesto kirin.
Di çalakiyên ciwanan de sloganên wek “Bijî Berxwedana Zindana”, “Hezar silav ji Zindan re”, “Girtiyên Siyasî rumeta me ye” û “Di înfazê de em wekhevî dixwazin” hatin berzkirin û gel jî bi tîlîliyan piştgirî dan çalakiyan.