SILÊMANÎ – Komek parlamenterên kevin, pêşmergeyên dêrîn, siyasetmedar, kesayetên serbixwe û xelkê herêma Raperîn û Silêmaniyê wê sibe li dijî alozî û hebûna hêzên PDK’ê û YNK’ê ber bi Zînî Wertê ve meşekê lidar bixin. Çalakvan wê li Zînî Wertê bang li hêzên leşkerî bikin ku vekişin.
Meş, ji aliyê Înîsiyatîfa Çalakvanên Siyasî ku di nav de parlamenterên kevin, pêşmergeyên dêrîn, siyasetmedar, kesayetên serbixwe û saziyên sivîl jî hene ve tê rêxistinkirin.Meş dê sibe saet di 13.00’an de destpê bike.
Înîsiyatîfa Gel a Silêmaniyê bi daxuyaniyekê ragihand ku wê li Silêmaniyê bi awayek girseyî biçin Zînî Wertê û peyama xwe ragihînin.
Di daxuyaniyê tê gotin;”Ji bo pêşîlêgirtina li plangeriya dijmin û dagirkirina Başûrê Kurdistanê, em ê weke Înîsiyatîfa Gel a Silêmaniyê roja Çarşemê ber bi Zînî Wertê ve bimeşînin. Li wir peyama yekîtiya neteweyî û aştîxwazî bidin hikûmeta Herêma Kurdistanê û hemû aliyên siyasî. Daxwazê dikin ku hûnê birêz jî beşarî çalakiya demokratîk bibîn. “
Tê gotin ku wê sibe di saet 08.00’an de li ber avahiya Tevgara Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgaza Azadî) ya Silêmaniyê bi rê bikevin.