NAVENDA NÛÇEYAN – Komîteya Rêveber a Tevgera Şoreşa Yekgirtî ya Gelan (HBDH) bi wesîleya 1’ê Gulanê Roja Yekîtî, Hevgirtin û Têkoşînê ya Karker û Kedkaran îro daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniya HBDH’ê de ev tişt hate diyarkirin:
“Faşîzma AKP û MHP’ê keda karker û kedkaran dixwe û dijminê karkeran e. Bi pandemiya koronavîrusê re li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji bo karker, kedkar û bindestan jiyan dijwar bûye.
Îro dîsa derketiye holê ku kapîtalîzm ne mirovan lê karê ji xwe re dike navend. Ev pergal dijminatiya mirovayetiyê dike.
Desthilatdariya faşîst a ku dijminê gelê Kurd û bindestên li Tirkiyeyê ye, dixwaze xisara xwe ya ji krîza pandemiyê ji karker û kedkaran derxîne. Hikumetê ji bo parastina patronan hin qanûn derxistine û desthilatdariya faşîst ji dêvila ku jiyana mirovan biparêze, dixwaze çerxên patronan biparêze.
Ji dema ku krîza pandemiyê hatiye destpêkirin heta niha milyonek kes ji kar hatine derxistin û 2,5 milyon mirov jî ketine betlaneya belaş. Avahîsazî, tûrîzm û sanayiya sivik a niha hatiye sekinandin.
Ji ber ku di destê desthilatdariyê de pere tune, dest datînin ser heqê karker û kedkaran. Desthilatdarî lêçûnên leşkerî kêm nake û dev ji polîtîkayên xwe yên dagirker bernade. Desthilatdariya faşîst li Sûriye, Rojava, Başûrê Kurdistanê û Lîbyayê operasyonên leşkerî li dar dixe û polîtîkayên xwe yên şer û dagirkirinê jî didomîne.
Di pêvajoyeke wisa de em dikevin 1’ê Gulanê. 1’ê Gulanê roja yekîtî, têkoşîn û hevgirtinê ya çîna karkeran e. Ev geşedan derfetên girîng li ber hêzên şoreşê radixîne. Divê hêzên Şoreşa Yekgirtî pêvajoya 1’ê Gulanê rast binirxîne, ji bo ku girseyan li dijî faşîzmê seferber bike, divê derfetên têkoşînê ava bike. Divê li gorî wateya dîrokî ya 1’ê Gulanê xwe birêxistin bikin û li hemû qadan xwedî lê derkevin. Têkoşîn û rêxistinbûna li dijî faşîzmê peywira me ya sereke ye. Li hemberî faşîzmê bilindkirina têkoşîn û rêxistinbûnê peywira me ya sereke ye. Li hemberî emperyalîzm, kapîtalîzm û faşîzmê divê em alaya Şoreşa Yekgirtî bilind bikin. Di serî li de Rojava, Başûrê Kurdistanê û Lîbyayê em ê li dijî hemû polîtîkayên dagirkeriyê li ber xwe bidin.
Li girtîgehan qatil tên berdan lê şoreşger nayên berdan. Em ê hesabê hemû şoreşgerên di girtîgehan de bipirsin. Em ê hesabê cînayetên li ser jinan û feraseta mêrserwer bipirsin.
Bi ruhê Newrozê em di têkoşîna şoreşê ya 1’ê Gulanê de bibin yek.”