EDENE – Li navçeya Seyhan a Edeneyê li taxa Sûcûzade, polîsên dagirker doh Alî El Hemdan ê 17 salî yê ji Sûriyeyê kuşt. Hate ragihandin, bi îdîaya ku guh nedaye hişyariya ‘raweste’ polîsên dagirker ji pişt ve gule berdaye Hemdan û fîşek li dilê wî ketiye û bi vî rengî hatiye kuştin.
Piştî otopsiya li Saziya Tip a Edlî ya Edeneyê, cenazeyê Hemdan ji aliyê malbata wî ve doh bi şev hate veşartin.
Waliyê Edeneyê Mahmût Demîrtaş hewl da polîsê kujer mafdar nîşan bide û îdîa kir ku bûyer ji ber qezayê qewimiye.
Hate ragihandin ku wezîfeya polîsê kujer hatiye rawestandin.