NAVENDA NÛÇEYAN – HBDH’ê ji bo endamê Grûp Yorûm Îbrahîm Gokçek ê di rojiya mirinê de ye daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku êrişên dewleta Tirk li her qadê bi rengekî bêperwa didome û hate gotin, “Li hundir û derve, li Tirkiye, Rojhilata Navîn û cîhanê êriş didomin. Ev êrişên faşîzmê li dijî endamên Grûp Yorûmê û yên ku ji bo darizandina wekhev di rojiya mirinê de ne bi rengê herî hov dewam dike. Helîn Bolek û Mûstafa Koçak beriya demeke kurt me ber bi ebediyetê bi rê kir. Îbrahîm Gokçek ê ku di roja 316’an de ye di her kêliyê de dikare tevlî karwanê wan bibe.”
‘EM BIKIN KU DAXWAZAN WAN BÊN QEBÛLKIRIN’
Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku dewleta Tirk bi bahaneya şewba koronayê tecawizkar, kujer û çete berdan, lê belê girtiyên şoreşger girtî dihêlin û hate destnîşankirin, ku divê ew li dijî vê dewletê bikevin nava liv û tevgerê girtiyên şoreşger bi tenê nehêlin.
Di serî de hêzên şoreşger bang li her kesên ku ji xwe re dibêje mirov e hate kirin ku bi her rê û rêbazê ji bo qebûlkirina daxwazên Grûp Yorûm têbikoşin.