EFRÎN – Li nêzî navenda şaredariya berê ku piştî Efrîn hate dagirkirin û şûnde veguherîbûn navenda çeteyên dewleta Tirk tankerek tije bombe hate teqandin. Di teqînê de li gorî agahiyê destpêkê bi kêmanî 60 çete mirine, gelek çete jî birîndar bûne.
Heman demê teqîn nêzî nuqteya koma çeta ya Sûltan Mûrat a girêdayî dewleta Tirk û leşkerên Tirk jî pêk hatiye.