Rêberê Gelan Abdullah Ocalan
“Dema weke çalakiya şikildayîna civakan em rola sektora kapîtalîst beramberî hev şîrove bikin, em ê bi awayekî berçavtir nêzî pirsgirêka şiklên civakan bibin. Ez hewl didim bersiva vê pirsê bidim: gelo şêweyê civak û ekonomiya kapîtalîst mecbûriyeteke civakî û dîrokî bû? Ez weke bersiv di vî beşê parêznameya xwe de dibêjim; ne mecbûriyeteke civakî-dîrokî bû. Şaşî û jirêderketineke mezin a şîroveya Marksîst a dîroka materyalîst (materyalîzma çor) ew e ku îdîa dike; ev yek mecbûriyetek e. Dîsa şîroveya bi tehlûketir ew e ku şêweyên civakan li pey hev bi heman têgihiştinê têne rêzkirin û ev yek bi navê îdealîzma materyalîst a Hegel tê pêşkêşkirin. E. Kant li hemberî vê yekê bi şermokî be jî hewl dide li dijî têgihiştina objektîv hêza sûbjektîv ango rola exlaq weke tercîheke azadiyê diyar bike. Ji aliyê exlaqê azadiyê ve Marksîzm ji Kantparêzan jî bêhtir paş ketiye. Jixwe hewce nake mirov behsa têgihiştinên din ên rastgirên lîberal bike. Ew kapîtalîzmê ne bi tenê mecbûriyet, weke gotina dawî ya dîrokê dibînin.
Ev kapîtalîzma ji dîn jî tehlûketir e, û dînperestiya pozîtîvîstdaye pi şta xwe heta rast neyê bi navkirin û rûyê wê rast neyênî şandan, wê ti şensê tercîha azadiyê tinebe. Jixwe dîroka dused salî ya sosyalîzmê û sosyalîzma reel nîşan dide ku ji aliyê çepgiriyê ve palpiştiya kapîtalîzmê kirine û ji vê jî wêdetir neçûne. Mesele ew nîne ka şaşî di ku de hatiye kirin. Mesele ji vê jî wêdetir e. Paradîgma bi xwe şaş e. Di navê de hebûna çend şaşî yan jî rastiyan, ji aliyê paradîgmatîk ve encamê naguherîne. Nabe ku mirov weke xeteke dûz rasterast nêzî civakê bibe û li gorî rêzê mîna ku her tişt di Lewh-î Mehfûzê [Lewh-î Mehfûz: Pirtûka li qatê Xwedê her tişt têde berê hatiye diyarkirin] de hatiye nivîsandin, bibîne û ku Wexta wan hatibe bi cih tên. Guftûgoyên di serdema navîn de li ser îradeya kullî û cuzî jî di ser nêzîkatiyên materyalîst-pozîtîvîst ên bi vî rengî re ne. Ji bo sosyalîzmê têkoşîneke mezin hat dayîn û di têkçûna wê de para diyarker a vê nêzîkatiya paradîgmatîk der barê civakê de heye.
Diyar e ku di bin sernavê berî niha de rewşên min bi nav kirin bi temamî li derveyî van nêzîkatiyan e. Bihêle ku kapîtalîzmê weke qonaxeke mecbûrî ya civakî bibîne, nêzîkatiyeke bi vî rengî bi xwe yan bi zanebûn an bi nezanî yan jî bi awayekî serwextnebûyî dikeve bin bandora vê sîstemê û dibe destikê propagandaya wê. Gotina ez ê dawî bibêjim, ez hema niha pêş bibêjim: kapîtalîzm nabe ku bibe şiklekî civakê. Dixwaze bandorê bike, bandorê jî dike, lê nikare bibe şiklekî civakê. Dikare were gotin; ma çarsed sal e şêweyê bi tenê yê li cîhanê serwer nîne? Serwertî tiştek e, şikilbûyîn tiştekî din e. Dîrok sê şiklên civakan an jî şêwazê wan nas dike: civaka klan a destpêkê, dewleta çînî yan jî civaka şaristaniyê û civaka demokratîk. Nêzîkatiyên dîrokê weke xeteke dûz digirin dest û pêşketina li ser vê xetê bi navê civaka destpêk, koledarî, feodal, kapîtalîst û sosyalîst kategorîze dikin jî dogmatîk in. Bi gotineke din nêzîkatiyên bi vî rengî îdealîst û qederwarî ne. Ya girîngtir, li gorî bi navkirina min hersê şêweyên civakê jî li ser xeteke dûz pêş nakevin. Ev nêzîkatiya me nêzî sîstemekê ye ku li dora xwe hûrûkûr û berfireh digere. Tevî ku ez fonksiyona diyalektîk qebûl dikim jî şîroveya dibêje du serî hevdu tine dikin û pêşde diçin rast nabînim. Nêzîkatiya fonksiyonên bingehîn ên gerdûnê bi tez, antî-tez û sentezê şîrove dikin dikarin zêdetir bibin mentiqekî kêrhatî yê ravekirinê. Lê belê têkiliya simbiyotîk a hev xwedîkirinê ku cihêtî û dewlemendiyê mumkin dike, weke şêwazekî têkiliya diyalektîkî yan jî têgihiştinê nêzî rêveçûna diyalektîka xwezayê ye. Yan jî xwedî xisletên ravekirinê ye.
Divê mirov ji bîr neke û haya xwe jê hebe ku di gerdûnê de ji pirtikên piçûk heta yekparebûna di asta kozmosê de, dualîteyên van pêkhatinan mumkin dikin û ya ji bandor û têkiliya van dualîteyan derdikeve holê, herduyan jî di hinavê xwe de dihewîne, lê ji yekparebûna herduyan wêdetir şêwazê pêkhatineke cuda esas e, gerdûnî ye. Em di bingehê tevahiya veguherîn û pêşketinê de vî şêwazê pêkhatinê dibînin.
Civak jî li derveyî vî şêwazê pêkhatinê hebûnek nîne. Xwediyê heman zimanê pêkhatinê ye. Bi kurtî, dualîteyan timî pêk tîne. Ji ber vê jî herduyan di hinavê xwe de dihewîne, lê ji yekparebûna herduyan wêdetir jî derfetê dide pêkhatinên nû. Bi vî awayî serwextbûna me li diyalektîka veguherîn û pêşketina civakan, me hewcedarî zêdetir agahiya berçav dike. Em kengî bi vê têgihiştina diyalektîk nêzî şiklê civakan ên ji parçeyên herî piçûk heta yê yekpare pêkhatî bibin hingî hêza me ya hiskirin û şîrovekirinê, xisletên me yên mirovane ango potansiyela me ya mirovê azad wê hînê zêdetir bikevin nava tevgerê. Em dikarin civakê di ferd de berçav bikin hem ferdê azad ê bi berpirsiyarî pêş bixin, hem jî em dikarin civaka ji ferdên azad bi tesîr bûyî azad bikin. Derfetên azadbûnê herî zêde xwedî şensê wekheviyeke baş û potansiyela demokratîkbûnê ne.
Ez divê dubare bînim ziman ku wexta ez dînamîzma sêalî ya rastiya civakî destnîşan dikim ez keşfeke nû nakim. Ez bi tenê hewl didim kirasê dînamîzma pêkhatina gerdûnî li civakan bikim. Eger were pirsîn ka çima dînamîzmên sêalî, ez ê bibêjim; ji ber HEBÛNê. Eger ji hebûnê re jî weke pirs bersivek bivê, wê wextê divê em pirsa ‘em çima hene’ bikin. Lê li gorî min hebûn nayê guftûgokirin. Eger hebûn tinebûya, jixwe hewce bi vê pirsê û pirsên din nedima. Ji tiştekî tine re cih tineye. Di rewşa tinebûnê de bi tenê pêk nehatin heye ango mirov dikare behsa ne tiştekiyê bike, ev bi xwe jî ew tiştê em jêre dibêjin beredayî ye, tewş e.
Eger em hebûn, çêbûyînê qebûl bikin, wê wextê manedar e ku em behsa şêweyê çêbûnê bikin. Pê hisiyabûn ku bi tevahî maneya jiyanê, bi tevahî pêşketina fikrê ji pêkhatina guherîn û pêşketinê ye. Li ser vî hîmî, ji kategoriyên fikrê yên zanistî, felsefî, dînî û mîtolojîk kulliyateke mezin pêk anîbûn. Ma em dikarin van kulliyatan înkar bikin. Di bingehê meseleyê de bi tevahî hemûyan xwestiye bersiva çêbûn û hebûnê bidin. Hin ji wan serî li rêbaza mîtolojîk û hinan ji wan jî serî li rêbaza dînî daye, van jî têra wan nekiriye, kategoriyên zanist û felsefeyê di hewara wan de hatine. Fonksiyon yek e, lê bersivên wan cihê ne. Li sedemên çêbûna hebûnê, çawa çêbûye û armancên wê her tim hatiye pirsîn û her kategoriyê li gorî disîplîna xwe hewl daye bersivan biafirîne. Weke disîplîna herî bi îdîa zanistê dînamîzma sêalî ya pêkhatinê bi pirranî rohnî kiriye. Wexta ku em di asta mekanîka kûantûmê de li dualîteyên madde-enerjî û pêl-parçik binêrin, em ê bibînin ku timî rê li ber pêkhatinan vedikin. Û encama ku berhema van pêkhatinên dualîte ye, weke dewama wan a sêyemîn derdikeve holê. Jixwe tevgerên vê dualîteya maddeenerjiyê gerdûnî ne. Herdu dualîte xwe di nav a sêyemîn de bi veguherînê dewam dikin, veguherîn bi awayekî pêşketinê yan jî berevajî bi paşketinê xwe dewam dike ango dînamîzma hebûnê piştrast kiriye ku ev şêwaz karekterê wê yên bingehîn e. Jixwe hewce nake ku mirov ji nû ve piştrast bike.
Em li xwe binêrin. Zaroka dê û bav, gelekî dişibe dê û bav, ji herduyan digire û dewam dike, lê ev yek cihêwaziyeke nû û bi şêweyekî nû temsîl dike. Ev cihêwazî gelekî hêdî dibe û ev yek di her bûyera xwezayê de bi vî rengî ye. Ev rewşa mirov weke çêbûna zereyeke ezelî jî dikare were şîrovekirin. Ya rastî çêbûn bi vî şêwazî dikare di şerê hebûnê de bi ser bikeve. Çi ye şerê hebûnê? Mirov çawa mana xwe misoger dike? Mayîn, xwe bi guherînê dewamkirin e. Çima? Dibe ku ji bo piştrastkirina hebûna xwe be. Yan jî bi guhertinê temaşekirina li xwedayetiya hebûnê be!
Ya bi serê mirov nakeve û dûrî aqilan ev e: diviyabû em bi çavdêriya li tiştên çêbûne yên li nêzî xwe, bibin xwedî mentiqekî, lê çima em ji van heqîqetên bingehîn evqas dûrketin an jî hatin dûrkirin? Eger em vê rewşa beredayî û dûrî aqilan zelal bikin, em ê wê wextê karibin bên ser meseleya bingehîn. Ez behsa karekterê rêveçûna diyardeya civakî dikim ku hînê ji destpêkê ve bi vegotinan li hev hatiye alandin, sernuxumandin û piştperdekirin. Civakbûnê çima hewcedarî bi van veşartin û piştperdekirinan dît? Mejî li hemberî van bûyeran çima weke hisî û analîtîk bi du awayan dabeş bû? Fonksiyonên wan çi bûn? Bi bersivên em bidin, em ê karibin civakbûyîna xwe weke heyî, weke em dixwazin şîrove bikin û biguherînin. Mirov weke kirdar DIKARE ŞÎROVE BIKE Û ÇAWA DIXWAZE DIKARE BIGUHERE. Lewma mirov hebûneke xwediyê vê qabîliyetê ye. Şîrove û daxwaza guhertinê, bi gotineke din fikirkirin, pêhisîn û xwestek çiqasî li gorî dînamîzma pêkhatinê be, şensê pêşketina şêweyê nû ewqasî zêde ye. Çendîn jê dûr bikeve jî di civakbûnê de yan muhafezekar dibe yan jî paşve dikeve. Pêşketina mejiyê hisî û analîtîk li dora van pirsan pêk tê. Divê em li vir dawiyê li vî beşê ku em têde zêde bi nav felsefeyê de çûn, bînin. Ez ê zêdetir di Sosyolojiya Azadiyê de hewl bidim li ser vê mijarê rawest im.
Civakbûna em weke klan bi nav dikin, bêguman hebûneke sekan nîne. Cinsê mirov xwe ji prîmatên mirovane vediqetîne û ev yek herwisa pêşketina civaka klan e. Pirsgirêka bingehîn man e. Bi giştî jî pirsgirêka civakekê man e, û karibe li ser lingên xwe bisekine. Li hemberî wan hêzên ku dixwazin wê ji civakbûnê derxin, hebûna xwe diparêze. Her dem û li her deverê pirsgirêkên civakan ên bi vî rengî hene. Hin caran li dijî tehlûke û rîskên berê xwe dane hebûna civakê ev parastin bi şêweyê xweparastinê pêk tê û civak bi vê hedefê ve xwe kilît dike. Carnan hin hebûn û rewşên bikêr ên derfetê didin pêşketineke danûstendinê, ên simbiyotik û berdar derdikevin holê. Hingê li wir jî pêşketineke pozîtîf bi lez dibe. Cins, klan an jî civak ji aliyê maddî û manewî ve dewlemend dibe. Di van demên dawiyê de yek ji têgîna civaknasiyê dualîteya ‘ez û yên din’ e. Eger em vê dualîteyê bidin ser hev û bînin ziman; li hemberî yên din ên dibin tehlûke û rîsk ‘ez’ ê xwe biparêze. Yan wê yên din têk bibe, pêşketina xwe dewam bike, yan bikeve weznekê, hebûna xwe biparêze lê pêşketina wê hêdî pêk bê; yan jî wê bi bin bikeve, li gorî asta binketina xwe wê hebûna xwe qismî yan jî bi temamî ji dest bide. Hingê weke hebûn ew êdî bi xwe nîne. Dibe objeya tiştekî din. Yan jî wê bê asîmîlekirin weke yê din hebûna xwe dewam bike. Hingê jî kategoriyên weke mirov wan, çeloxwarî yan jî riziyayî bi nav bike, pêk tên.
Em bi awayekî berçavtir bînin ziman û ji têkoşîna manê ya civakê mînakên asta hêsan bidin, em ê bibêjin: ji bo xwe ji heywanên dirinde û şertên bahewayê, ji kêmxwarin û nexweşiyan biparêzin mirov timî li beramberî şert û mercên xwezayê têkoşiyane. Tehlûke gefê li hebûnê dixwin, derfetên rê didin jiyanê û şertên erênî jiyanê xweş dikin, pêşde dibin. Ev serhatiya beşekî wê yê mezin li Efrîkayê û mîlyoneke sala dawî jî li Ewrûpa û Asyayê derbas bû û xelekên wê yên bingehîn jî hatine rohnîkirin. Ev civak ji komên ji sed kesî nabihure, dişibin hevdu û hînê xwe negihandine zimanê nîşanan. Di vê civakbûnê de bi pirranî xisletên biyolojîk bi bandor in, lê zêdetir kom bi tevger û pratîka xwe li dora jin-dayikê dicive, pêk tê. Zimanên pêşî yên bi daçeka mêbûnê vê rastiyê piştrast dikin. Divê mirov karektera civakê ya dayiktiyê piştguh neke. Pirr girîng e ku mirov dayikê weke şefekê, otorîteyekê nebîne, ew bi ezmûn, tecrûbe û xwedîkirina zarokan stûneke hêzê ya ‘rêveber’iya xwezayî ye. Li cihûwarên dişibin pergala malbatê bêhtir mirovan li dora xwe dicivîne û balkêş dibe.
Têgîna bavtiyê gelekî paşê weke têkiliyeke civakî derdikeve holê, lê civak di qonaxên dûrûdirêj de vê têgînê nas nake. Saziya mîrasê, piştî pêşketina nîzama milkiyetê girêdayî sîstema baviktiyê pêş dikeve. Aîdiyeta zarokan û xalên wan, ango birayê dayikê ji wan têgînan e ku zû derketine holê. Berhevkirina pel û pincaran û bi sînor be jî nêçîrvanî ji şêweyên tedarik û debara maddî ne. Endambûna klanê ji bo misogerkirina jiyanê gelekî girîng e. Bi îhtîmaleke mezin kesek li derveyî civaka klan bihata hiştin an jî bi tenê bimana wê di dawiyê de bimira. Ya rast ew e ku mirov klanê weke sîsik an jî kakilekî tekûz ê civakê bibîne. Şêweyê herî resen ê civakê ye.
Piştî qonaxên pêşketinê yên dûvdirêj bi saya cografya xêrûbêr mirovan gav avêtiye civaka neolîtîk û me gelek caran anî ziman ku sîstema çiyayên Toros-Zagrosê derfet û îmkan dane da ku ev der weke çemekî sereke yan jî mezin biherike. Di vê qonaxê de civaka dayikê derdikeve asta herî jor û ji bo berhemê zêde derfet û îmkan çêdibin. Pirraniya sosyolojiyê civaka dayikê weke nîzama komin a destpêkê, serdema berê û nû ya kevir û nîzama hov bi nav kirine. Li gorî min mirov ji vê serdemê re bibêje ‘civaka dayikê ya komin’ manedartir e. Ev qonaxa em behsa wê dikin, qonaxek e ku ji tevahiya dema jiyana civaka mirov ji sedî nodûnehê wê digire. Divê mirov piçûk nebîne. Zehmet nîne ku mirov fêhm bike, ji nava civaka dayikê ya komin berhemê zêde û danehevên din ên çandî derketine û li beramberî vê, zilamê bihêz û xasûk ê li ber serê wê aware aware geriyaye, hin caran bi awayekî serketî nêçîrvanî kiriye û bi van seferên nêçîrvaniyê her çûye bi hêz bûye û cara pêşî çavê xwe berdaye serweriya nîzama civakê. Gelek nîşaneyên antropolojîk û belgeyên arkaeolojîk, ev çavdêrî û danaberhev, vê îhtîmalê bi hêz dikin.
Dîsa me gelek caran anî ziman ku civaka bavik ji şaman +ş êxê kal ê bi tecrûbe + zilamê fermandar ê esker pêk hatiye. Ya rast ew e ku mirov di vê pêşketinê de prototîpa şêweyê civaka nû bibîne. Ango mebesta me ji civaka nû ew e ku klan bi hiyerarşî dibe. Hiyerarşiyê bi awayekî mayînde rê li ber çînîbûn û rêxistiniya şêwazê dewletê vekir û ev dabeşbûn vebirrî kir. Civaka dewlet û çîn nas kiriye diyar e ku xisletên wê guherîne. Berhemê zêde êdî weke diyarî nayê dayîn, li bazarê weke malê guhertinê nirxekî metabûnê digire û ev kirîn û firotina li bazarê dînamîzma bingehîn a bihevguhertinê ye. Kengî di civakê de bazar-bajar-bazirganî weke sê hêmanên mayînde ketin dewrê dewletbûn û çînîbûn jî pêş dikevin. Ji ber ku me di nava şertên zeman û mekan de behsa vê pêşketinê kiribû, ez ê dubare nekim. Bi vegotinên cihê gelek sosyolojiyan ev civaka nû weke civaka çînî, civaka bajêr, civaka dewletdar, koledar, feodal û kapîtalîst bi nav kirine û hewldane bi van têgînan bersivê bidin. Çînîtî, bajartî û dewletdarî xisletên eşkere û mayînde ne. Ji lewra ji van pêvajoyan re ‘şaristanî’, ‘medenî’ hatiye gotin. Bi ya min, mirov dikare li gorî naveroka wê gotina ‘civaka şareza’ bi awayekî kurt weke ‘şaristanî’ bi kar bîne.
Lê bala me dikişîne ku wexta em şaristanî dibêjin li gorî etîka civakê em behsa mezinkirin, bilindkirin û pêşketinê nakin, em wê weke serberjêrçûyînê û zordestiyê şîrove dikin. Civaka şareza li gorî nirxên berê yên dayika komin di warê exlaqî de serberjêrçûyînê îfade dike. Di zimanê herî kevin de ku em nas dikin, di Sumerî de ev yek bi awayekî balkêş tê îfadekirin. Gotina amargî hem tê maneya azadiyê û hem tê maneya vegera li dayik û xwezayê. Pêhisîneke rast e ku di navbera dayik, azadî û xwezayê de têkiliyeke wekhev a balkêş û rast hatiye danîn. Civaka Sumer a cara pêşî civaka şareza nas dike, bi gotina amargî hesreta xwe ya ji bo civaka komin a dayikê îfade dike ku hînê ji wan nirx an jî civaka berê ya komin dûr neketiye. Di orjînalîteya Sumerê de mirov vê serûbinbûnê hem dikare bibîne, hem jî balkêş e, û mirov jê hîn dibe.
Wezna di têkiliyên navbera jin-mêr de li dijî jinê xira bûn.Rew şa vê bûyerê di diyalogên navbera Înanan-Enkî de xuya dike. Ev diyalog weke ceribandineke destanê ya pêşî hatiye çêkirin. Destanek berî Destana Gilgamêş e. Şerê navbera nîzama komin a dayikê an jî civakê û civaka hiyerarşîk a bavik (civaka derbasî şaristaniyê dibe) de tîne ziman. Pirr eşkere ye ku pêvajo bi awayekî zêde neadil û bi têkoşîn dimeşe. Li gorî daneyên dîrokî civaka Sumerê di qonaxa pêşî de pêvajoyek e ku mirov dikare wê weke demokrasiya destpêkê bi nav bike dîtiye. Civata rûsipiyan hînê wernegeriyaye nîzameke bavikan. Guftûgoyên gelekî gurr û geş têne kirin îşaret bi şiklekî demokrasiyê dike. Têgînên mîna fermana Xwedê hînê çênebûne. Jixwe ev têgîn pîvaneke pergala eskerî despotîk a yekalî ye ku çavkaniya wê tîpekî bi maske ye yê ku zilamê bihêz û xasûk li xwe kiriye. Şêwazê hevpeyvînê di Destana Înanna de gelekî geş e, û di civakê de çi diqewime tîne ziman; behsa bêedaletiyê, û ya bi ser jinê, danehevên wê û zarokên wê de hatiye, dike. Eger belge gelek hebûna, me yê karîbûya bidîtana yan jî haya me wê jê bibûna ku bi îhtimaleke mezin ji demokrasiya Atînayê ya çîna koledar gelekî wêdetir, gihiştine qonaxeke demokrasiyê.
Ji aliyê teorîk ve em dikarin têderxin ku derbasbûna civakaş areza di heman demê de bi derbasbûna civaka demokratîk re di zikhev de pêk hatiye. Guftûgoyên dijwar ên pêşî li civatên rûsipiyan reprepa hatina dengê piyê demokrasiyê ne. Li cem tevahiya civakan di heman qonaxan de em dualîteyên bi heman rengî dibînin: dualîteya civaka şareza û civaka demokratîk. Eger bi awayekî berçavtir em bînin ziman, em ê bibêjin dualîteya dewlet û demokrasiyê. Li her devera dewlet heye pirsgirêka demokrasiyê heye. Li her devera demokrasî hebe jî rîskeke dewletbûnê heye. Demokrasî şêweyekî dewletê nîne, her weha weke demokrasî jî têgîna dewletê şaş e. Divê mirov baş bala xwe bide ser xisletên têkiliya di navbera herdu dualîteyan de.
Di tevahiya dîrokê de dualîteyeke fenûfût li ser hatiye kirin jî ev e. Ya ji nava civaka berê derketiye û pêşketiye, demokrasî ye yan jî dewlet e, vê yekê rê li ber berevajîkirin û guftûgoyan vekiriye. Ev yek jî nîşan dide ku pêvajo, di zikhev de bi gelek şeran, xwelihevrakişandin û pevçûnan derbas bûye. Di mînaka Îslamê de ku em baş dizanin, pevçûn û guftûgoyên li ser demokratiyetcumhûriyet û seltenatê de balkêş û zelal in. Muqaweleya Hz. Muhammed a Medîneyê mîna Peymana Civakî ya J.J. Rousseau ye. Mirov vê yekê bi hêsayî dikare di Quranê û hedîsan de bibîne. Lê arîstokrasiya eşîran a li ber serê wan bi hêz bûyî, nemaze nîzama hiyerarşîk a qebîleya Qureyşiyan pirr eşkere li seltenekteke mîna ya Bîzans û Sasaniyan digere. Hînê di dema Hz. Muhammed de ev pevçûn heye. Jixwe maneyeke pevçûna di navbera Mekke û Medînê de ev e. Pevdiçin gelo nîzama nû wê cumhûriyet be (bi Erebî tê maneya demokrasiya gel) yan jî wê seltenat be (nîzama monarşîk a ji bav derbasî kur dibe. Vê pêvajoya bi pevçûn bi reva Hz. Muhammed ji Mekkeyê di sala 622’an P.Z. de destpê kir, bi kuştina Hz. Elî li Kûfeyê di sala 661’ê de bi şîddeteke bi heman rengî li cihê îro şer li ber serê wî diqewime dewam kir, û klîka Muawiye ya alîgirê seltenatê ji vê pevçûna pêncî salî serketî derket. Di wê demê de nîzama bi hêz a hiyerarşîk a eşîrê rê nade cumhûriyetê, ya rastî şens neda demokrasiya destpêkê. Ji vî alî ve jî Îslamiyet bi sosyolojiyeke rastî were lêkolîn wê gelekî encamên balkêş derxîne holê!
Dîrok mînakekî din ê balkêş di dema avabûna Împratoriya Îran a Pers de pêşkêş dike. Persan mîrasa Konfederasyona Medan piştî guftûgo û pevçûnên dûvdirêj veguherandin împaratoriyê. Di vê de binemala Axamenît bi roleke diyarker rabû. Gelek nîşane hene ku bi pêşengiya rahibên Mediyan ji salên 560 B.Z. heta salên 520’an demeke pirr dijwar derbas bûye. Kambîzê sexte ji bo vê mînakeke balkêş e. Damezrandina berê ya Konfederasyona Medan mînakeke tîpîk ê demokrasiya destpêkê ye. Dîroka Heredot di vî warî de vegotinên balkêş pêşkêş dike.
Demokrasiya Atînayê dîsa yek ji wan mînakan e ku baş tê zanîn. Çi bi Qraltiya Spartayê, çi jî bi Makedon û Persan re şerê kirin, bi awayekî din gelo şerê demokrasî, împaratorî yan jî qraltiyê bû? Destpêk be jî li ser hîmê çînî be jî guftûgoya civakeke demokratîk e, yan jî civakeke şaristaniyê ye, hatiye kirin û li ser her pevçûne. Li Romayê di şerê li ser cumhûriyet û împaratoriyê de, di serî de Sezar kesên herî navdar jî dikarin di van şer û pevçûnan de bêne kuştin ango ev pevçûn hebûna dualîteyeke bi şer û şîddetê nîşan dide. Em dikarin van mînakan zêde bikin. Ji bo em eleqeya xwe ya ji mijarê re xurt bikin û hêza têgihiştina xwe mezin bikin, em dikarin Şoreşên mezin ên Fransî û Rûs jî di vê çarçoveyê de bi nav bikin.
Şoreşa Franseyê (1789) li dijî monarşiya mutleq destpê kir. Bi cumhûriyetê jî bi encam bû. Ango bi demokrasiya civakî ya radîkal bi encam bû. Di pêvajoyeke pirr dijwar re ango dema terora şoreşger re derbas bû. Piştî Triumvira bi Împratoriya Napolyon dewam kir. Piştî demên derbasbûnê yên curbicur heta roja me ya îro dîroka Franseyê şahidî li îlankirina pênc cumhûriyetan kir. Ya şeşan jî tê guftûgokirin.
Di Şoreşa Rûs a Mezin de (1917) perde bi demokrasiyeke radîkaltir vebû (dema şûrayan, Sovyet). Di şerê navxweyî de dîktatoriya şoreşgerî nas kir. Di dema Stalîn de dîktatorî mayînde bû. Di 1989’an de di salvegera dusedsaliya Şoreşa Franseyê de ji nû ve li demokrasiyê vegeriya. Hînê jî dixwaze demokrasiya xwe pêşde bibe. Di dema modernîteya kapîtalîst de bi sedan mînakên bi heman rengî hema bêje her sal têne dîtin.
Min ev vegotina dûvdirêj a bi mînakan ji bo du têkiliyên li hev geriyayî, nakokiya di navbera demokrasî û şaristaniyê de, rewşa bi pevçûn û tengezar nîşan bidim, pêşkêş kir.”
ÇAVKANÎ: ŞARISTANIYA KAPÎTALÎST “Serdema Qralên Tazî û Xwedayên Bêmaske” (PÎRTÛKA DUYEMÎN)