Rêberê Gelan Abdullah Ocalan
“Xusûsa ku divê em bala xwe bidinê ew e ku herdu civakan jî dixwest li ser civaka komin hebûna xwe dewam bikin. Weke me berê jî anîbû ziman, civaka komin hînê jî dewam dike, di tevahiya şaneyên civakan de weke dewijmê hebûna xwe dom dike. Şaneya dayik e ku ji bo mayîndebûna cinsê mirov divê guman jê neyê kirin. Di wicûd de çawa ku şaneyên dayik ji bo bunyeyê xwedî bikin şaneyan tamîr dikin û wexta hewce bike wan ji nû ve çêdikin, civaka komin a dayikê jî di tevahiya civakên dualîte de hebûna xwe bi şêweyekî bi vî rengî dewam dike. Ez gelek caran dibêjim; civaka komin a dayikê wê bi civakên şareza û demokratîk ên ji nava xwe derxistî re şer bike, tengezar bibe û carnan jî bi wan re li hev bike, dîsa jî tine nabe û wê nebe. Bi vî awayî mirov rewşa civaka komin a dayikê destnîşan bike sedem û encamên xwe yên girîng hene. Wexta ku cihê wê bê, ez ê dîsa jî timûtim behs bikim.
Ez timî behsa şerê di navbera civaka şareza û civaka demokratîk de dikim. Ev nayê wê maneyê ku ew li hev nakin. Berevajî di navbera van herdu civakan de lihevkirin esas e. Ya rastî diviyabû esas bûna. Ji ber ku li gorî diyalektîkê du seriyên dijber, hevdu tine nakin. Ji lewra civaka demokratîk û civaka şareza bê hev nabin. Hebûna yekî bi yê din e. Berê jî min gotibû, şaristanî û demokrasî herdu jî ji civaka komin a dayikê tên. Demokrasî zêdetir li bêbextî, zordestî û mêtinkariya tebeqeya jor a hiyerarşîk rast hatiye û ji xwe re pirraniya jêr û pirraniyan esas digire, şaristanî jî zêdetir tebeqeya jor a hegemonya îdeolojîk, mêtinkarî û zordestiyê dewam dike, dixe bingehê xwe. Lê ev alî weke du beşên bi kêrê ji hev hatine kirin û ji civaka komin a dayikê qut nînin. Di zikhev de ne, lê cudahiya wan ji hev têra xwe pêşde çûye.
Di vê nuqteyê de divê em bi tevahî têgihiştina li têgîna civakê di ber çavan re derbas bikin. Hem jî bi şertê ku em lê serwext bibin û timî ji bîr nekin. Weke çînîbûnê, di her çînê de bi hezaran komên jêr, bi mîlyonan malbat, gelek cureyên koman ên nebûne çîn û li hemberî çînîbûnê li ber xwe didin, bi qasî yên globalbûne komikên herêmî bûne, bi hezaran cure têkilî û nakokiyên dîn, ziman, siyasî, ekonomî, eşîr, netewe, navneteweyî, kaos û nîzamên tengezar, cangiran, bi şer û bi piştgirî ketine nav hev, ne bi şêweyê yek bi tenê bi hezaran ên bi tenê bi tevahî yekpareya yekparebûnekê; divê civak werin fêmkirin. Di nav vê germoleya mezin de demokrasî û dewlet çiqasî hev di weznekê de bigirin, pergaleke nêzî aştiyê pêk tê. Ji bo bi tevahî aştî bibe, divê dewlet nemîne, herçiqas em vê yekê weke teorîk bifikirin jî di warê pratîkê de em hînê ji vê gelekî dûr in.
Jiyaneke demokratîk a demdirêj bi tevahî civakê û heta civaka dewletê dikare bigihîne aştiyeke temam. Di momenta dîrokê ya heyî de li gorî wezna hêzên qala wan tê kirin ango hêzên dewlet û demokrasiyê bikevin pêvajoya şernekirinê mirov dikare behsa aştiyê bike. Eger demokrasî bixwaze bi tevahî dewletê daqurtîne, di momenta dîrokê ya heyî de zêdetir wê xisletên kaotîk xwe nîşan bidin. Ezmûnên li gelek welatan vê rastiyê nîşan didin. Eger dewlet timî rewşeke demokrasî têde tine ferz bike wê sîstemên dîktatorî û despotîk pêk bên ku di momenta dîrokî ya heyî de encam dîsa kaos e. Şaristaniya jêre pêvajoya dîrokî tê gotin pênc hezar sal e dewam dike. Mafê jiyanê kêm bi destê demokrasiyê ket. Lê pirraniya civakê û pirranî her tim li benda demokrasiyê man. Ji bo wê têkoşiyan. Belkî jî bi hezaran sal derbas bibin jî û bi heman awayî nebe jî bi awayekî, dewlet û demokrasî wê di zikhev de bijîn û dewam bikin.
Pirsgirêk ew e ku bi qasî mirov dewlet û demokrasiyê ji hev bike divê karibe pîvanên sîstematîk ên pê karibin bi hev re bimînin û hev înkar nekin, diyar bike. Belkî jî divê mirov destûrên nû yên bingehîn çêke. Di nav hev de bûna dewlet û demokrasiya heyî bi temamî xapandine. Mîna pelên mêwan e ku pê eybên hev vedişêr in. Ji vê rewşê neyê bihurandin, guftûgoyeke hevgirtî ya demokrasî û dewletê nayê kirin. Du şoreşên herî modern ên Rûsya û Franseyê bihêlin ku van mijaran pêşde bibin û zelal bikin, alozî mezintir kirine. Teoriya siyasetê, divê herî kêm dewleta li demokrasiyê vekirî ango dewleta demokrasiyê qedexe nake û xwe naxe şûna wê, û demokrasiya dewletê înkar nake ango demokrasiya xwe bi lez nake dewlet û dewletê weke sazûmaneke timî divê ji holê were xirakirin nabîne, pêwîst e ku bi lez ji aliyê naverok û şêweyê ve diyar bike. Bi rastî hewcedarî bi teoriyê heye; lê hewcedarî bi teoriya bersivê bide pratîka naverastê tevlîhev dike, heye. Ez bawer dikim ku mirov dikare dewlet û demokrasiyê bîne astekê ku kêm şer bikin û hev bêtir berdar bikin. Şêweyên bi vî rengî yên dewlet û demokrasiyê hem hewce ne, hem jî mumkin in. Siyaseta pêdivî pê heye jî mirov dikare li ser vî hîmî pêşde bibe. Dewletên heyî demokrasiyê bi awayekî cewherî qebûl nakin. Dewletên heyî gelekî cangiran û xwedî wicûdekî dêw in. Demokrasî jî mîna karîkaturekî dewletê ne ku çeloxwarî û bêkêr in. Bêguman meseleya bingehîn a felsefeya siyasetê û pratîka wê ev e.
Divê ez dubare bînim ziman ku ez ê van xusûsên di wan de gelek tespîtên nû hene di pirtûka Sosyolojiya Azadiyê de bi firehî guftûgo bikim.
Haya min ji min heye ku min di çarçoveya teoriya bingehîn de paradîgmayek ji paradîgma sosyalîst û ya rêûresma lîberal cudatir pêşkêş kiriye. Ez ê hewl bidim hinekî din jî naveroka wê tijî û xurt bikim. Min di çarçoveya vê vegotina kurt de hewl da bersiv bidim ka em dikarin kapîtalîzmê weke ‘şêweyekî civakê’ di ku de û çawa bi cih bikin. Eşkere, ez kapîtalîzmê ne weke şêweyekî ekonomiyê û ne jî weke şêweyekî civakê dibînim.
Beriya her tiştî, em hewl bidin têkiliya jêre ekonomiya kapîtalîst dibêjin, di nava yekparebûna civaka şareza de bibînin. Ekonomiya kapîtalîst jêre ekonomiya bihevguhertinê jî tê gotin. Bi şêweyê vê ekonomiyê metabûn çêdibe. Di vê ekonomiyê de yekdestdariyek heye ku ji têkilî û reqabeta di bazarê de keysê dibîne, bi buhayan dilîze û ji cudahiya di navbera deveran de sûdê werdigire. Girîng e ku mirov vê xusûsê baş fêhm bike. Li gorî vê binavkirinê jî divê mirov baş zanibe ku ne sektorek e ku nirxê guhertinê diafirîne. Bi giştî pirr hindik bi jiyana ekonomîk re têkildar e. Lê belê ji ber pozîsyona xwe ya stratejîk hindikayiyeke diyarker e. Di destê hindik kesan de nirxekî mezin ê guhertinê yê ketiye ser hev e. Ji lewra jî bi serdestiyeke stratejîk dikare hem bi ajotina mal a bazarê û hem jî xwesteka ji bo wê bilîze. Divê neyê jibîrkirin ku ev serdestiya heta wê rojê di destê dewletan de jî nîne. Çêbûna vê serdestiyê û şêweyê bikaranîna wê balkêş e. Kêm zêde, mirov çêbûna wê fêhm dike. Lê şêwazê çêbûna wê, ji ber ku xwe dispêre timî mezinbûna sermayeyê, gelekî bi bandor e, û dikare civakê serûbinî hev bike. Eger mirov ji vê rola wê re bibêje şoreş e, ev bi civakê re îxanet e. Nexasim jî bi civaka dîrokî û demokratîk re!
Zanista ekonomî-polîtîk wê kengî li xwe mikur bê ku xwemezinkirin û bikaranîna sermayê talanek e ku kirasek lê hatiye kirin û ev gelekî hûrûkûr tê kirin. Jixwe supermenên ekonomiyê siyasetvanên ekonomiyê ji navê qudsiyeta qanûnê sûdê werdigirin û ev jî qanûna navdar a karê ye ku wê cîla dikin û pêşkêş dikin. Ez ji zilamê bihêz û xasûk re çima kapîtalîst nabêjim? Ji ber ku desteserkirina wî xwe dispêre hêzê û şer, ji ber wê. Bêguman em ji bîr nakin ku şer dafik e. Hewce nabîne kirasê huqûq û dîn lê bike. Lê pêwîst e ku mirov heqê ekonomiya kapîtalîst di vê nuqteyê de bide: têkiliya ekonomî-dewletê ya beriya wê bi desteserkirina bi darê zorê bû. Rêûresma huqûqa hiyarerşiyê dînê bi ser ve bû rêzika wê ya ‘malê kafiran helal e’ eşkere weke heqekî destûrê dide desteserkirinê. Ango zilamê bihêz û xasûk êdî dibe dewlet. Ekonomiya kapîtalîst di vê nuqteyê de ji dewleta klasîk vediqete. Ez nabêjim dijberê wê ye. Asta pêşketina civaka şareza ji ber ku talaneke mîna xenîmetê berdar nabîne, li vê sektorê pêşî vedibe. Jixwe wexta dewleta koledar û feodal bêber bû, ji wê kêliyê û pêve ew li ser kar e ku ev jî cudahiya wê nîşan dide. Jixwe bi vî awayî derfetê dide xwe ku navê sîstemeke nû ya ekonomiyê li xwe bike.
Yekdestdariya dewleta koledar di serdemên pêşî de gelekî berdar e. Em wexta li qebrên Firewnan pîramîdan dinêrin, em li bermahiyên bajarên Greko-Romen dinêrin em vê rastiyê dibînin. Sektora kapîtalîst jî di vê demê de heye, lê gelekî bi sînor e. Berdarbûna yekdestdariya dewletê rê nadiyê ku di wê sektorê de pêş bikeve yan jî hindikî rê didiyê. Kengî nîzama xebatê ya koledar bêber dibe, em dibînin nîzama xebatê ya feodal belav dibe. Mijara me nîne ku em analîz bikin bê ka şaristaniya koledar çima bêber bûye. Lê di vî warî de em bi kurtî dikarin qîma xwe bi gotina çend hevokan bînin. Ev şaristaniyê bi têgihiştina xwe ya jiyan û xebatê ya demeke dirêj (B.Z. 4000-P.Z. 500), bi belavbûna xwe ya li mekanekî fireh, bi mesref û lêçûna zêde, ji ber ku sînorên wê yên bi zorê û kolekirinê yên peydakirina mirovan bi dawî bûn, ji ber ku ji derve û hundir bi hezaran serhildan û berxwedanên bi karektera azadîxwazî û demokrasîxwaziyê li dawiyê ma.
Civaka şaristaniyê ya hat avakirin û zêdetir ji aliyê Îslama Rojhilata Naverast û Xirîstiyantiya Ewrûpayê ve hat temsîlkirin, li gorî şaristaniya Greko-Romen a mîrasa wê wergirt û ji şaristaniya ew jî li ser hatin avakirin ji şaristaniya Sumer û Misrê cuda xwe spart şêweyekî meşrûiyet û mêtinkariyê. Herdu dînan zemînekî xurt ê meşrûiyetê danê. Li gorî kole bi gundiyê serf ku yê wê ye, civaka şareza karîbû xwe nû bike. Bêguman dema dirêj a Xirîstiyantiyê bi qasî sêsed salan bû wicdanê xizanan û têkoşîna azadîxwazî û wekhevîtiyê ya di bin perdeya mezhebên cihê yên Îslamê de dewam kir, ango hewldan û lêgerînên li civaka demokratîk, bi roleke sereke kirin ku şaristanî hem xwe nû bike û hem jî xwe dewam bike. Weke îdeologên şaristaniyê îdîa dikin, ev yek ji mezinbûna şaristaniyê û pêşketina wê ya bi rûmet nîne. Herçend hin destketiyên wê hebin jî ya rastî bi saya bermahiyên civaka komin a berê, bi saya hezaran berxwedan û serhildanên xizanan, reva koleyan, qewman û eşîran xwe gihandiye vê astê.
Di civaka şareza de zordestî û mêtingeriyê xwe bi amûrên nû yên rewakirinê nû kirin, bi vê re amûrên wê yên bingehîn çîn, bajar û dewlet jî veguherîn û nû bûn. Di nava têkiliyên nû yên serf-senyor, bajar-bazar û dewlet-evd de pêşketina hêmanên kapîtalîst hêsan bû. Bajarên ji Çînê heta Okyanûsa Atlasê li dora bazarê çêbûn, kirin ku hilberîna metayê zêde bi lez bibe, bihevguhertina mal hûrûkûr û berfireh bibe. Buhayê cihê ya di navbera bazaran de kir ku kara yekdestdariya bazirganan bigihîje asteke nedîtî. Bi vî awayî cara pêşî bû ku bajaran keys dît bi gundan re bikevin weznekê. Şaristaniya Îslamê ya di navbera Rojhilatadûr û Ewrûpayê de bi awayekî, şaristaniyeke bazirganiyê bû. Ji aliyê bazirganiyê ve ji Ewrûpayê re çi hewce dikir, pêşkêş kir. Çi ji aliyê çanda maddî, çi jî ji aliyê çanda manewî ve. Amûrên din ên bingehîn ên şaristaniyê jixwe ji serdemên destpêkê ve dihatin pêşkêşkirin. Barkirina bajar, çîn û dewletê bi Îslamê re bi dawî dibe. Di vê de bêguman rola Ereb û Cihûyan sereke ye. Karên Greko-Romenan di serdema antîk de nîvco hiştibû, zanyarên Ereb û Cihûyan, pîşesaz û bazirganên wan temam kirin.
Kêmasiya girîng a bi tenê ya şaristaniya Rojhilata Naverast ew e ku sektora kapîtalîst nikarîbû ji bajaran bibihure û di nava mekanê welatekî de bi roleke sereke rabe; ango ya Amsterdam û London têde bi serketibûn, ew nikare têde bi ser bikeve. Di vê de ji rejîmên mutleqiyetê yên Ewrûpayê wêdetir otoriteya navendî ya despot diyarker bû. Avahiyên siyasî yên li Çîn û Hindistanê di warê navendîbûn û asîmetrîkbûnê de ji seltenatên Rojhilata Naverast serdesttir bûn. Japonya hinekî di şêweyê siyasî yê feodal ê mîna Ewrûpayê de ma.
Em dema tên digihîjin sedsala 16., em dibînin êdî taqetaş aristaniyên Asya qedîm nemaye ku gaveke nû biavêjin. Seferên Tîmûr û Cengiz, koçên ezbetên tirk û êrîşên wan bi tenê bûn sedem hinekî din temenê xwe dirêj bikin û bibin xwîneke teze. Çi bibûya wê li Ewrûpayê bibûya ku weke nîvgiraveke li serê rojavayê Asyayê disekinî. Ji ber ku laboratuara nû ya şaristaniyan ew der bû.
Tevî şaristaniyê wexta bazirganî û sektora kapîtalîst barkirin Ewrûpayê, li pêşiya xwe erdên bakîr û beyar, bajarên nû avabûne û feodalîteyeke nûgihiştî ya xam a Ewrûpayê dîtin. Mirov ji wan re nikarîbû şaristanî jî bigota. Li Ewrûpayê Xiristiyantiyê ya heta dawiya sedsala dehan kir, dayîna morala manewî bû. Eger şaristaniyeke qedîm a mîna li Rojhilata Naverast, li Ewrûpayê pêk bihata, zehmet bû ku şaristaniya kapîtalîst lê pêş biketa. Şaristaniyên nû li erdên bakîr û beyar çêdibin. Mirov vî alî jî di warê şaristaniyan de li ber çav bigire, dikare baş hîn bibe. Di meyandina şaristaniya Ewrûpayê de em dibînin ku valatiyeke gelekî balkêş heye. Ji ber ku dewamkirina bi ya berê zehmet e, û ya nû jî xam e (feodalîte) ev yek dihêle ku ya sêyemîn karibe ji navê derkeve. Mînak di ser Spanyayê re Ereban, di ser Balkanan re Osmaniyan, di başûrê Sibîryayê re êrîşên qewman, herî dawî jî eger milekî êrîşên Moxolan li Ewrûpayê bi şêweyê berê împaratoriyek ava bikira, gelo dîrok ê çawa ber bigirta û rêve biçûya? Wer xuya ye ku li Ewrûpayê şens jî hêmanekî girîng e.
Bi tevahî van spekulasyonan em li ser şaristaniyê dikin, ji bo em çêbûna sektora kapîtalîst û karektera hegemonîk zelal bikin. Em dibînin ku ji bo pêşketina xelekeke şaristaniyê jî nîşane xuya nakin. Komeke mezin a spekulatorên bi bandora hêza hezar tesadufî, li herêmên marjînal û telşên şaristaniyên qedîm, di ser bazaran re û li dijî wê bi lîstikên peran û bi rêyên dûr ên bazirganiyê û ji talanên mêtingeriyê bi zêdeyî yên para xwe girtî, di ser du bajarên Ewrûpayê yên herî bê îdîa, pêşî li Ewrûpayê paşê li tevahiya dinyayê karîbûn hegemonya xwe deynin û bi dijwarî bi kar bînin. Bi tevahî lêkolîn nîşan didin ku ev koma spekulator gelekî muhafezekar e, ti fikreke xwe ya afirîner û vedîtineke xwe nîne. Karê herî baş dizane bike ew e ku bi peran, peran bi dest bixe. Di dema tinebûn û şeran de dizane ji kurtêlan bi dest bixe, li gelemperiya dinyayê ji cudahiya di navbera buhayan de her bêhtir bi dest bixe, hînê zêde pereyan bi dest dixe û ev qadeke civakî ye ku herî zêde têde dizane tevbigere. Yek ji xisletên balkêş ên Ewrûpaya di serê sedsala 16. de ew e ku pere gihiştiye wê astê, dikare hukim li her tiştî bike. Fermandar û rêveberê rastî bûye pere. Pere li cem kê be, hêz li cem wî ye. Bêguman di vê de sedemê bingehîn ew e ku her tişt zêde bûye meta, bûye bazar û bûye bajar.
Ti hêza desthilatdariya Asyayî ya qedîm, siltan an jî împarator û heta ti împaratorê Romayê ti pirsgirêka wî bi berhemê metabûnê bi pere û bi peran rêvebirina desthilatdariyê tinebû. Hebe jî gelekî bi sînor bû. Hebe xezîneyên dinyayê ji mêj ve biribûn qesrên xwe. Sektora kapîtalîst wexta serketin li pey serketinê bi dest dixist, qralên Ewrûpayê di rewşekê de bûn, parsa deynan dikirin. Têkiliya hêza pere û desthilatdariyê êdî ketiye qonaxeke nû. Desthilatdariya siyasî cara pêşiye li ber peran çongên wê dişkên. Ev rastî jî piştrast dike ku pere hêza fermanê girtiye û ev yek nîşan dide ku çend bi hêz bûye. Napolyon wexta der barê artêşê de digot ‘Pere! Pere! Pere!’ ev rastî dianî ziman.
Di dîroka şaristaniya dinyayê de, di bingehê nûbûnê de giraniya bandora pere heye û ev jî di şaristaniyê de rê li ber nûbûnê vedike. Lê di xisletên wê yên bingehîn de ti guhertineke bi kok çênabe. Jixwe şaristanî, pere, bazar, bajar, bazirganî û heta banke û senedê hînê nû nas nake! Hemû jî bi hezaran sal berê hatine vedîtin. Sernavekî din ê girîng ew e ku sektora kapîtalîst di destpêkê de têkiliya xwe bi hilberînê re tinebû û heta têkiliya wê bi bazirganiya piçûk re jî tineye. Di têkiliyên bingehîn ên aboriyê de ti keşfek an jî tiştekî nû kiriye nîne. Hêza afirîner a guhertin û metayê jî nîne. Ji hezarên salan ve guhertin û metabûyîn dewam dike û tê. Eger ille hewce dike ku em behsa qabîliyeteke wê bikin, divê em bibêjin ku hêza pere baş keşif kiriye, dizane bi kar bîne, dizane pere bike sermaye ango dizane ji pereyan, pereyan bi dest bixe. Di vê pîşesaziyê de hoste ye. Pisporên pere û gera mal a li bazarê bûn. Eger mirov di serê sedsala 16. de ketina Ewrûpayê ya bin fermana pere bi tenê bi hostatiya vê komê ve girê bidin ev yek ê bibe tengavkirina rastiyan. Bi tevahî rastiyên em tînin ziman nîşan didin ku di pêşketina şaristaniyê de, rola ev kom pê rabûye, gelekî bi sînor e. Pere û bazar mecbûr nebûn ku sektora kapîtalîst derxin holê. Gelekî zêdetir hêza pere û bazarê li cem şaristaniyên Asyayê hebû. Eger yekser têkilî hebûya wê berê pêşî li wan deran derketiya holê. Bi giştî tê qebûlkirin ku mirov nikare têkiliya zanist, huner, dîn û felsefeyê jî bi derketina kapîtalîzmê re deyne, ji ber ku ew li gorî prensîbên disîplîna xwe ya manewî bi guman û dijber nêzî vê derketin û çêbûnê dibin.
Mijareke min timî hewl daye bi bîr bixim. Hêzeke mîna jinê, çawa bû ku li ber destê mêr ê ti xisleta wî ya afirînerî û hilberîn nîne kete rewşeke ev çend belengaz û bû mehkûmê ber destê wî. Bêguman bersiv rola zorê ye. Piştî ku aborî jî ji destê wê girtin êdî êsîriyeke xeternak ferz dibe. Mêrekî zarok jî deyne ser serê wê, çil salî wê karibe pîrektiyeke piçûkketî jêre bike. Ewqasa ew ji kesayetiya xwe bûye deng jî jê der nayê. Jixwe pîrektiya ji zilamê bihêz re xeternak e.
Ez bawer dikim ku em hêza pere weke sermaye li ser civakê bi vê mînakê re bidin ber hev wê ji bo hînbûnê gelekî bi kêr bê. Jixwe piştî ku pere gihişt hêza fermandanê, ya rastî êdî bûyer meseleyeke aborî nîne. Dîroknasê hoste Fernand Braudel wexta dibêje; ‘kapîtalîzm dijberê bazarê ye, ango li dijî aboriyê ye, û heta li dijî ekonomiyê ye’ rastiyeke gelekî manedar tîne ziman. Ji ber ku ekonomî bi diyardeya bazar û guhertinê daye destpêkirin, hukmê wî gelekî giranbuha ye. Min jî timî dixwest bînim ziman ku kapîtalîzm her tiştê xwe di nava ekonomiyê de dadike, dixeniqîne, lê ya rastî ti têkiliya xwe pêre nîne û heta dijminê wê yê sondxwarî ye. EZ ÎDÎA DIKIM: KAPÎTALÎZM EKONOMÎ NÎNE, DIJMINÊ WÊ YÊ SONDXWARÎ YE. Di beşên pêş de ez ê vê mijarê bi awayekî berfireh bigirim dest û li ser rawest im. Gelo fînans, ekonomî ye? Ma fînansa global, ekonomî ye? Qey felaketa hawîrdorê ekonomî ye? Ma bê karî pirsgirêkeke ekonomîk e? Banke, sened, kûr (course) û faîz ekonomî ne? Mîna kansêrê, ma ji bo karê hilberandina metayê ekonomî ye? Lîsteya pirsan dirêj e. Bersiveke bi tenê ji bo hemûyan heye ew jî NA ye. Formul ev e: Pere, sermaye bahane = desthilatdarî şahane! Pere-sermayeyê bi lîstikên heta dawî hîlekar ne şêweyekî nû yê aboriyê afirandine, ne jî şêweyekî civaka kapîtalîst, û heta mirov dikare behsa şêweyekî şaristaniyê yê bi navê şaristaniya kapîtalîst bike. Li naverastê lîstikek heye ku di ti dema dîrokê de nehatiye dîtin û bi vê lîstikê civak bi dest xistine. Ne bi tenê hêza aboriyê, bi tevahî hêza siyasî, eskerî, dînî, exlaqî, zanistî, felsefî, hunerî, bi tevahî çanda maddî û manewî hatiye bidestixistin. KAPÎTALÎZM DESTHILATDARÎ Û SERWERIYA HERÎ BERFIREH E.
Em li çarsed salên dawî yên mirovatiyê binêrin ku jêre serdema kapîtalîzmê jî tê gotin. Di civakê de gelo devereke neketibe bin serweriyê û heta bi rehên civakê yên zîro, şaneyeke desthilatdarî li ser nehatibe danîn maye? Civaknasê xasûk ê Ingilîz Antony Giddens behsa sê domnekirinên modernîteyê dike: şêweyê hilberînê yê kapîtalîst, dewleta netewe û îndustrî. Wexta modernîteyê bi van sê lingan bi nav dike, rast xuya dike. Lê bawer dikim ku haya wî jê heye; bi vê paradîgmayê teorîsyeniya qonaxeke nû dike ku pê têdikoşe û dixwaze kapîtalîzmê ji welatê wê yê esasî rizgar bike. Lîberalîzma bi şêweyê rastgir teoriya bi guhertinê kapîtalîzm ê domdar bibe dikir ku ev jî îdeaya dawiya dîrokê bû, lîberalîzma bi şêweyê çepgir jî bi îdeaya bêserûbinî-dawî careke din dixwaze mutleqiyeta kapîtalîzmê bixe mejiyên mirovan. Vê jî bi pêngava dawî ya kapîtalîzma global re dikin.
Ez ê şîroveya der barê kapîtalîzmê de ji vir û pêve li ser hîmê analîzên moderntiyê dewam bikim. Nemaze di çarçoveya dewleta netewe û îndustriyalîzmê de. Lê ez ê hewl bidim wê bi xwe jî li biryargehên desthilatdariyê bişopînim. Min ji ser navê ‘li mala kapîtalîzmê’ ya F. Braudel îlham girt, lê min ew kêm dît, ji lewra bi temamî ne wisa, lê weke xwedayê xasûk ê Sumeran Enkî, mîna Hadesê Helenan di qesrên li bin erdê de, ango li deverên ku lîstikên desthilatdariyê, yên kiriye xuya nekin li wan tên lîstin. Lewma eger sernavê me bibe ‘Li Qesra Qralê Tazî û Xwedayê Bêmaske’ wê hînê manedartir be. Ez ê bi tevahî şêweyên vegotinan sentez bikim û nîşan bidim ku ji serî ve çawa kapîtalîzm xwesteka xwe ya sîstemeke desthilatdariya global hebûye û bi dewleta netewe û îndustriyalîzmê çawa xwestiye di vê xwesteka xwe de bi ser bikeve. Ji ber ku parçekirina şêweyên van vegotinên mezin yek ji karên pêşî yên vî Levîathanê nû ye. Eger em vegotinan bi hev ve nekin wê vegotin kêm bimînin. Bihevkirina vegotinan dike ku rexne bikeve xizmeta armanca xwe. Dibe ku ji rêbaza min lome bêne kirin, lê ez bawer dikim mirov digihîne şîroveyeke xurt a têkiliyên civakî ango mirov xweş serwext dike. Ez ê dabaşa dawî ya nirxandina xwe bi sernavê ‘Dijminê Sondxwarî yê Ekonomiyê Kapîtalîzm’ temam bikim. Xebata min a piştî vê jî wê bi sernavê ‘Sosyolojiya Azadiyê’ be ku ez ê têde civaka demokratîxwaz, azadîxwaz û wekhevîtîxwaz analîz bikim.”
ÇAVKANÎ: ŞARISTANIYA KAPÎTALÎST “Serdema Qralên Tazî û Xwedayên Bêmaske” (PÎRTÛKA DUYEMÎN)
https://www.nuceciwan46.com/ku/2020/04/29/nirxandin-kapitalizm-u-saristaniyen-civaki-diroki-1/