STENBOL – Yekîneyên Tolhildanê daxuyaniyeke nivîskî weşandin û diyar kirin ku di 23-27’ê Nîsanê de otobuseke biçûk, teqsiyek û çar wesayît îmha kirine.
Yekîneya Tolhildanê got ku, “Di 23’ê Nîsanê de li Arnavûtkoyê otobuseke biçûk a kesekî nêzî AKP’ê û teqsiyeke ticarî hate îmhakirin.
Di 24’ê Nîsanê de li Esenlerê sê wesayîtên hevkarên faşîstan hatine şewitandin.
Di 27’ê Nîsanê de jî li Başakşehîrê wesayîta endamê meclîsa AKP’ê hate şewitandin.
Em ê tevî gelê xwe li dijî êrîşên faşîzmê li ber xwe bidin û li derdora Rêbertiya xwe bibin xeleqeke ji agir.
Heta ku Rêbertiya me û gelê me azad bibe, wê çalakiyên me bidome.”