NAVENDA NÛÇEYAN – Tîma Tolhildanê ya Şehîd Rênas Andok a Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Sorxwîn daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Endamên me 30’ê Nîsanê li navçeya Gursû ya Bûrsayê li dijî depoya hewa sar a hevkarê desthilatdariya AKP-MHP’ê çalakiya sabotajê kirin. Di encamê de agir bi depoyê ket û îmha bû. Herî kêm bi 10 milyon TL’î xisar li depoyê bû.”
‘DIVÊ HER CIWANEKÎ KURD BIBE ŞERVANEKÎ AZADIYÊ’
Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, “Çalakiyên me yên tolhildanê li dijî çavkaniyên aboriyê yên desthilatdariya AKP-MHP’ê ya faşîst û hevkarên wê wê bidomin. Faşîzma AKP-MHP’ê ku ji bo qetilkirina Kurdan derfetên xwe seferber kiriye, wê li her derê çalakiyên me yên tolhildanê bibîne. Divê gelê Kurd ê welatpaêz zanibe ku bi kulmekê wê faşîzma AKP-MHP’ê hilweşe. Bi berxwedanê, bi hişmendiyê bi kulmeke xurt faşîzm wê bê hilweşandin. Roj roja yekbûna di berxwedanê de ye, roja têkbirina faşîzmê bi gurzê Kawa ye. Li ser vê bingehê em bang li ciwanên Kurd hemûyan dikin ku di berxwedanê de bibin yek û li her devera ku lê ne bibin şervanekî tolhildanê.”