ÇEWLÎG – Êrîşên faşîst ên desthilata AKP-MHP’ê ya li dijî nirxên gelê Kurd dewam dike. Li gundê Karer a navçeya Îbrahîman a girêdayî navenda Çewlikê gora gerîlayê HPG’ê şikandin. Leşkerên Tirk ên dagirker ji bo rakirina kêlên goran jî bang li malbatê kiriye ku bên rakin.
QEREQOL: KÊLÊN GORAN KÎ ÇÊKIR?
Di 14’ê Nîsanê de bang li malbata gerîlaya YJA Star Sevda Serînyel a li gundê Karer ku di sala 2017’an de şehîd bûbû kiribûn ku biçin qereqolê. Fermandarê qereqolê ji malbatê pirsa ‘kê kêlên gorê çêkiriye, we tev malbata bi hev re çêkiriye?’ piştre jî daxwaz ji malbata Serînyel ku biçin kêlên goran bişkînin. Endamên malbatê yên qebûl nekirin, diyar kirin ku ti sûcek yê kêl çêkirinê nîne û şikandina gorê red kir.
NIVÎSA LI SER KÊLÊN GORÊ HATIN JÊBIRIN
Piştî bûyerê kêla gora Seva Serînyel a gerîlaya YJA Star a li ser ‘Ji bo bijîn me çiqas berdêl dan’ û ‘Mercan’ li ser hatibû nivîsîn ji aliyê leşkerên Tirk ên dagirker ve hate şikandin.
MALBAT LI BER GORÊ NOBETÊ DIGIRIN
Piştî şikandina kêla Serînyel û şûnde leşker zextê dikin ku malbat wêneyê li ser kêlê jî rake. Ji bo êrîşeke din pêk neyê malbat li goristanê nobedê digire.
Her wiha li gundê Karer û derdorî wê ya navçeya Îbrahîman a navenda Çewlikê êrîşî gorên gerîlayên HPG’ê yên li 9 gundên Elewiyan kirin û gorên hinek kêlan şikandibûn. Leşkerên Tirk ên dagirker li malbatan digerin û dibêjin; ‘Biçin kêlên şikestî paqij bikin’