NAVENDA NÛÇEYAN – Bi minasebeta 1’ê Gulanê Roja Karkerên Cîhanê li Îzmir, Êlih, Riha, Xarpêt, Sêrt û gelek navendên din karkeran 1’ê Gulanê pîroz kirin û banga têkoşînê kirin.
ÎZMÎR
Karkerên Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê yên endamên şaxên Genel-Îş’ê ya girêdayî Konfedarasyona Sendîkaya Karkerên Şoreşger (DÎSK) bi konvoyan 1’ê Gulanê pîroz kirin. Karkeran li gelek navçeyên Îzmîrê 1’ê Gulanê pîroz kirin û bertek nîşanî binçavkirina Seroka Giştî ya DÎSK’ê û yên li gel wê şermezar kirin.
Li ser banga Jin Bi Hev Re Hêzdar in jî serê sibê jin li Îzmîrê di şaneşînên malên xwe de 1’ê Gulanê pîroz kirin û daxwazên xwe anîn ziman. Jinên li dijî tundiya zilaman, neheqiya kar daxwazên xwe anîn ziman û aştî û demokrasiyê qîr kirin.
ÊLIH
Li Êlihê jî rêxistinên kedê yên wek KESK, DÎSK, Petrol-Îş, Odeya Bijîşkan li ber Şaxê Sendîkaya Petrol Îşê civiyan û 1’ê Gulanê pîroz kirin. Li ser navê saziyan Hevserokê Şaxa SES’ê ya Êlihê Denîz Topkan daxuyanî xwend. Topkan roja karker û kedkaran pîroz kir û banga rêxistinbûyînê li karkeran kir.
RIHA
Baroya Rihayê jî têkildarî 1’ê Gulanê daxuyaniyek nivîskî belav kir û vê rojê li hemû karker û kedkaran pîroz kir. Baroyê diyar kir ku ew ê li dijî her cûre neheqî û kedxwariya karker û kedkaran derkevin û dê her tim li cem wan cih bigirin.
QERS
Şaxa ÎHD’ê ya Qersê jî bi wesîleya 1’ê Gulanê daxuyanî da. Seroka Şaxa ÎHD’ê Guldane Kiliç daxuyaniya nivîskî da û 1’ê Gulanê piroz kir. Kiliç, xwest hemû kesên bawer dikin ku cîhanek din pêkan e bi ruhê hevkarî û piştevaniyê têkoşînê mezin bikin.
SÊRT
Rêristina HDP’ê ya Sêrtê bi daxuyaniyeke çapemeniyê ya li avahiya rêxistina xwe lidar xist, 1’ê Gulanê pîroz kir. Parlemeterê HDP’ê yê Sêrtê Saddik Taş ê daxuyanî da bal kişand ku şaredariyên HDP’ê tê kirin hedef. Taş 1’ê Gulanê li hemû karkeran pîroz kir, diyar kir ku ji bo demokrasiyê wê têbikoşin.
XARPÊT
Platforma Şaxên KESK a Xarpêtê li Bendava Xozatê li ser 1’ê Gulanê daxuyaniyek da û 1’ê Gulanê pîroz kir. Serokê YOL-SEN Kenan Korkmaz ê daxuyanî da diyar kir ku ew birînên erdheja 24’ê Çileyê hê dipêçin û ji bo pergaleke nû em ê têbikoşin.