STENBOL – Li gorî daxuyaniya ji aliyê milîsên HBDH’ê ve hate dayîn ev hate gotin: “Di 1’ê Gulanê de ku desthilata AKP’ê ya bi hinceta şewbê qedexeya derketina derve îlankiriye, bi pankartên bi nivîsên ‘Bijî 1’ê Gulan, Yaşasin 1 Mayis’ bi molotofan çalakiyek kiriye.”
Di daxuyaniyê de milîsên ku li kolanan meşiyan bi gotina: ‘Kolan ne ji ber şewbê li karker û kedkaran hatiye qedexekirin, belku ji ber saltanatiya qesrê hatiye qedexekirin. Desthilata ku bi mehan e ji bo berjeweendiyên petronan hilberînê narawestîne dema mijar dibe 1’ê Gulanê di bi navê ‘tenduristiya gel’ de qadan û kolanan qedexe dikin. Ne şeb karker, kedkar û me dikuje, kapitalîzim me dikuje. Li dijî vê sîstema mêtinger tevlî têkoşîna me ya yekbûyî bibin.”