BASEL – 1ê Gulanê Roja Piştgirî, Têkoşîn û Yekbûna Karker û Kedkaran îsal ji ber şewba koronavîrûsê di bin pêşgiriyên giran va tê pîroz kirin. Meşa bi coşeke mezin li bajarê Swîsreyê Baselê hate kirin da, 100î zêdetir kes tevlî bû.
Meşa di danê nîvro li Dreirosenbrûckenê dest pê kir, aktîvîstên TCŞ û JCAyê jî bi posterên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, alên PKKê û pankarta Nehêleyê va tevlî bûn. Ciwanan di tevahiya meşê da bi Kurdî û Elmanî dirûşmên “Bijî Partiya Karkerên Kurdistan”, “Bijî Berxwedana Rojava”, “Bijî 1ê Gulanê” û “Bijî Serok Apo” berz kirin.
Ji ber şewba koronavîrûsê, meş dîsa jî bi tevlîbûneke xurt va pêk hat. Bi NCKD-Basel, Meclîsa Jinan a Ronahî va gelek Swîsreyî û tevgerên ciwan û kedê yên Tirkiyeyî tevî meşê bûn.
Çalakiya ku li Dreirosenbrûckenê dest pê kir, piştî meşa li navenda bajêr, li qada Claraplatzê bi dawî bû.