NAVENDA NÛÇEYAN – Di 29’ê Nîsanê de balefirên şer ên Tirk li Xakurkê 2 ciwanên bi navê Faxir Tazewarid (35) û Reşîd Pirûtî (36) yên ji bajarê Şîno yê Rojhilatê Kurdistanê qetil kir. Hate diyarkirin ku ev herdu ciwan ji bo debara xwe li herêma Xakurkê çûne çinîna gihayan, bi şev ji ber ku hewa sar bûye dema agir dadane, balefirê şer ên Tirk bombe li ser ciwanan barandiye.
Hate diyarkirin ku ji ber asêbûna çiyayan û rewşa xerab a hewayê piştî çar rojan cenazeyê ciwanan anîne bajêr û bi beşdariya bi hezaran hemwelatiyan hatine spartin.
Hate ragihandin ku her du ciwan jî xwedî 3 zarokan bûne.