LEZGÎN – Li Amedê 2 endamên MÎT’ê û 3 kontra hatin kuştin

Gerîlayên HPG û YJA Starê li navçeya Pasûrê ya Amedê di 8'ê Nîsanê de li dijî MÎT'ê û kontrayan çalakiyeke sabotajê kirin. Di çalakiyê de 2 endamên MÎT'ê û 3 kontra hatin kuştin.

BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla yên li Amed û Colemêrgê û êrişên dagirkeriyê yên li Qersê daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî wiha ye:

LI DIJÎ MÎT Û KONTRAYAN ÇALKAIYA SABOTAJÊ: 5 MIRÎ

“8’ê Nîsanê hêzên me li navçeya Pasûr a Amedê, li nêzî gundê Savûşka li dijî wesayita ku endamên MÎT’ê û kontra tê de bûn û dihate şopandin, çalakiya sabotajê kirin. Di çalakiyê de 2 endamên MÎT’ê û 3 kontra hatin kuştin. Yekîneya me ya çalakî kir bi rengekî serketî li baregehên xwe vegeriya. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê heta 23’ê Nîsanê li qadê operasyon kir û bi rengekî bêencam hêzên xwe vekişand.

DEREWA MEZIN A DEWLETA TC Û MEDYA WÊ

Dewleta Tirk a faşîst qirker ji bo îmhakirina hêzên me yên gerîla bi gelek rê û rêbazên qirêj tevdigere, yek ji van tevnên xwe yên rêxistinbûna qirêj jî ew e ku bi MÎT û kontrayên xwe mîna sivîlan tevdigere, li qadên gerîla keşfê dike, liv û tevgera gerîla dişopîne û hewl dide tespît bike. Dema ku ev rêxistinbûna ajan-kontra agahiyekê li ser karên gerîla bi dest dixe, hingî dewleta Tirk li van herêman dest bi hewldana ji bo îmhakirina gerîla dike. Dewleta TC a mêtinger û medya wê bi agahiyên çewt Û şaş hewl da van kesan sivîl nîşan bide û rastiyê ji raya giştî veşêre. Bi rojan li ser vê yekê propaganda derewîn kir. Kesên ku di vê çalakiyê de bûn hedef ne sivîl in, ajan-kontrayên rejîma faşîst a AKP-MHP’ê ne ku li dijî Gerîlayên Azadiyê bi taybetî hatine birêxistin.

LI ÇELÊ LI KOZIK Û STARGEHÊN DAGIRKERAN HATE XISTIN

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de hêzên me 2’ê Gulanê saet di 07:00 li dijî qereqola Girê ya li navçeya Çelê ya Colemêrgê çalakiyek kirin. Derb li kozik û stargehên li nava qereqolê hatin xistin, lê hejmara leşkerên mirî û birîndar nehate tespîtkirin.

LI KAXIZMANÊ OPERASYON Û ŞER

29 û 30’ê Nîsanê li qada Kizilpîrîz a navçeya Kagizman a Qersê artêşa TC a dagirker dest bi operasyonê kir. Ji ber bombardûmana di vê operasyonê de 4 hevalên me şehîd bûn. Agahiyên li ser nasnameyên hevalên me yên şehîd wê piştre bi raya giştî re bên parvekirin.

2’ê Mijdara 2019’an li bejahiya navçeya Kaxizman a Qersê, di navbera yekîneyeke me û artêşa TC a dagirker de şer qewimî. Di vî şerî de 3 hevalên me yên bi lehengî li ber xwe dan şehîd bûn. Agahiyên li ser nasnameyên hevalên me yên şehîd bûne wê piştre bi raya giştî re bên parvekirin.”

Nivîsa Pêş