NAVENDA NÛÇEYAN – Kîno Gebriyel di daxuyaniyek nivîskî de ku beriya çend kêliyan li ser malpera fermî ya Hêzên Sûriya Demokratîk hatiye weşandin got tevliheviya ku çeteyên DAİŞ’ê dexistibûn rojek tam dirêj kir.
Daxuyanî wiha ye:
“GIRTÎGEHA KU TÊ DE ÎSYAN ÇÊBÛYE NIHA DI BIN KONTROL DE YE
Duh bi şev di mezintirîn girtîgehên endamên çeteyên DAIŞ`ê li parêzgeha Hesekê îsyanek berfireh ji hêla çeteyên girtî ve çêbû. Çeteyan deriyên qawîş û korîdoran hilkirin û girtîgeh bi temamî kontrol kirin. Ji ber wê Hêzên Taybet û ANTÎ-Teror mudexele kirin.
REWŞA GIRTÎGEHÊ HATE KONTROLKIRIN
Piştî îsyana ku rojek tam dirêj kiribû, danûstandinên hevpar di navbera nûnerên hêzên me û hêzên Koalîsyonê de ji aliyekê ve û endamên çeteyên girtî ji aliyekî din ve pêk hatin.
Em bawer dikin ku Hêzên Koalîsyona Navneteweyî ya têkoşîna li dijî DAIŞ`ê di warê dîtina çareseriyekê ji dosyaya çeteyên DAIŞ`ê yên girtî de berpirsyariyên wan hebin. De