NAVENDA NÛÇEYAN – Yekîneyên Tolhildanê li navçeyên Farqîn û Baglar ên Amedê çalakî kirin.
Di daxuyaniYê de hate gotin, “Yekîneya me ya Tolhildanê ya Şehîd Hêlîn Mûrat di 30’ê Nîsana 2020’an de li kolana Devrîm a taxa Mescîd a navçeya Farqînê ya Amedê, li dijî devereke ku fûhûş lê dihate kirin çalakî kir. Di destwerdanê de kesên fûhûş dikirin bi tundÎ hatin hişyarkirin. Yekîneya me piştî serdegirtinê bi rengekî serketî vegeriya qadên xwe.”
BAGLAR
Têkildarî çalakiya li Baglarê jî ev agahî hatin dayin: “Yekîneya me ya Tolhildanê ya Şehîd Elîşêr Konya-Ş. Zîn 1’ê Gulanê li taxa Karnartepe ya navçeya Baglar a Amedê li dijî firoşkarên narkotî çalakî kirin. Firoşkarên narkotîkê bi tundî hatin hişyarkirin. Yekîneya me ku ji şêniyên li herêmê piştgirî wergirt, bi rengekî serketî li qadên xwe vegeriya.”
‘EM Ê POLÎTÎKAYÊN QIRÊJ TÊK BIBIN’
Yekîneyên Tolhildanê diyar kirin ku desthilatdariya AKP-MHP hewl dide ciwanên Kurdistanê bixe nava çirava narkotîkê û fûhûşê û destnîşan kirin ku wê polîtîkayên bêexlaq û qirêj ên rejîma faşîst têk bibin.