NAVENDA NÛÇEYAN – Ciwanên Apoyî şeva 5’ê Gulanê ala PKK’ê bi Konsolosxaneya tirk a li Parîsê ve daliqandin.
Ciwanan ji bo şermezarkirina êrişa 15’ê Nîsanê ya li Mexmûrê û provokasyona li Zînî Wertê, pankarta bi nivîsa “Erdogan ji Kurdistanê biciheme” daliqandin.
Ciwanên Apoyî têkildarî çalakiyê daxuyanî dan û diyar kirin ku gelê Kurd wê ti carî mêtingeriyê qebûl neke û di her şert û mercî de li her derê bersivê bidin êrişan.