NAVENDA NÛÇEYAN – Hêzên Gerîla di dema dawî de li herêmên wek Bedlîs, Amed, Serhed, Gever, Botan, Heftanîn û Mêrdînê derbên giran li hêzên faşîst qirker dixin. Rejîma faşîst a Akp-Mhp û dewleta tirk a dagirker ku şewba vîrûsa koronayê jixwe re wek fersend bikar tine, êrîşên xwe li dijî qadên Gerîla û Gelê Kurd befirehtir kiriye.
Artêşa tirk a dagirker li hemberî çalakiyên hêzên Gerîla xwe nagrin û derbên giran dixwin. Di meha Nîsanê de Gerîlayên Azadiya Kurdistan di Bakur û Başûrê Kurdistanê bi çalakiyên xwe ên dirokî serkeftinên mezin bidest xistin. Di çalakiyên Gerîlayên HPG û YJA-Starê de bi qasî hatiye tesbît kirin 57 leşkerên dagirker ên tirk, 7 endamên MÎT’ê û 5 kontrayê dewletê hatin kuştin. Di çalakiyan de sîstema radar, gelek kamerayên mobese, gelek çekên giran, sê çekên giran ên A4, dûrbînek teleskopê, yek kepçe, du wesayît hatin îmha kirin. Her wiha hêzên Gerîla gelek çek û çebilxaneyan li ser leşkerên mirî rakirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê çalakiyên Gerîla yên meha Nîsanê wiha eşkere kiribû:
★ 1’ê Nîsanê saet di 07:00 de hêzên me li dijî girê ewlekariyê yê li ber qereqola Korxanê ya navçeya Başan a Îdirê çalakî kirin. Di vê çalakiyê de ji 4 baskan ve li leşkerên li ser gir hate xistin. Di encamê de 4 leşker hatin kuştin, 2 leşker jî birîndar bûn. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê leşkerên xwe yên mirî û birîndar bi wesayitên zirxî ji herêmê rakir.
★ 2’ê Nîsanê saet di 10:00 de hêzên me li navçeya Bazîd a Agiriyê, li dijî leşkerên li qereqola Vedat Ozkaya hin çalakiyên sûîqestê kirin. Di çalakiyan de 2 leşkerên dijmin hatin kuştin. Yekîneyên me yên çalakî kirin bi rengekî serketî li baregehên xwe vegeriyan.
★ Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de, hêzên me 2’ê Nîsanê saet di 08:45’an de li Girê Şehîd Axîn a herêma Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê li artêşa TC a dagirker xistin. Di vê çalakiyê de derbên giran li çeper û stargehên dijmin hatin xistin. Hejmara leşkerên mirî û birîndar ên vê çalakiyê nehate tespîtkirin.
★ Hêzên me yên YJA Starê di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftenînê ya li Herêma Heftenîn a Herêmên Parastinê yên Medyayê dom dikde de, 3’yê Nîsanê saet 15:20’ê li dijî artêşa TC’ê ya li Girê Şehîd Şêxmûs bi cih bûbûn çalakiyek kirin. Di vê çalakiyê de ku çeperên li gir dijmin lê bi cih bûbûn kirin hedef, çeper bi temamî hatin rûxandin û 8 leşker hatin kuştin, 3 leşker jî birîndar bûn. Çeka gira a A-4 a li çeperê bû jî hate rûxandin. Yekîneyên me yên ku çalakî kirin bi sax û silametî vegeriyan cihên xwe.
★ Di çarçoveya Pêngava Tolhildanê ya Şehîd Medya Mawa û Şehîd Rizgar Gever de hêzên me li qada Navsera Bagokê ya herêma Bagokê ya Mêrdînê li dijî artêşa TC a dagirker û qereqoleke nû çêdikir, roja 3’ê Nîsanê saet di 13:00 de çalakiyek kirin. Hêzên me ji cihekî nê li kozik û wesayitên dijmin xistin û ji du baskan ve li wan reşandin. Hêzên me heta çûn ser wesayitên dijmin û dest danîn ser hin belge û dokûmanên di hundirê wesayitan de. Di encama vê çalakiyê de 5 endamên îstîxbarata leşkerî hatin kuştin. Piştî çalakiyê artêşa TC a dagirker bi çekên giran li derdorê reşand û leşkerên xwe yên mirî û birîndar êvarê bi wesayitên zirxî ji herêmê bir. Yekîneya me ya ku çalakî kir bi rengekî serketî li baregehên xwe vegeriya.
★ Artêşa TC’ê ya dagirker li qada Şehîd Merwan a li herêma Bagokê ya Mêrdînê kemînên foto danîne û hewl dane ku qadê kontrol bikin. Hêzên me qadên kemînên foto lê danîne demeke dirêj kontrol kirine û 6’ê Nîsanê yekîneyeke dijmin ku ketî qadê bi çarçoweya Pêngava Tolhildanê ya Şehîd Medya Mawa û Şehîd Rizger Gever bi taktîka sabotajê kiriye hedef. Di vê çalakiyê de 2 leşkerên dijmin hatine kuştin, 2 jê birîndar bûne. Piştî çalakiyê artêşa TC’ê ya dagirker leşkerên mirî û birîndar bi Skorskyê ji qadê dûr xistine. Yekîneya me ya ku çalakî kirî bi sax û silamet vegeriyaye ser cihê xwe.
★ 7’ê Nîsanê artêşa TC a dagirker bi yekîneyên xwe yên veşartî li qada gundê Selê yê navçeya Hênê ya Amedê dest bi operasyonê kir. Heman rojê hêzên me yekîneyeke veşartî kontrol kirin û 9’ê Nîsanê li vê yekîneya veşartî xistin. Ji cihekî nêz ve derbên giran li yekîneya dijmin hate xistin û bi qasî ku hate tespîtkirin 2 leşkerên dijmin hatin kuştin. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê leşkerên xwe yên hatin kuştin bi wesayitên sivîl ji cihê çalakiyê bir û bêyî encamê werbigire ji herêmê vekişiya.
★ 8’ê Nîsanê hêzên me li navçeya Pasûr a Amedê, li nêzî gundê Savûşka li dijî wesayita ku endamên MÎT’ê û kontra tê de bûn û dihate şopandin, çalakiya sabotajê kirin. Di çalakiyê de 2 endamên MÎT’ê û 3 kontra hatin kuştin. Yekîneya me ya çalakî kir bi rengekî serketî li baregehên xwe vegeriya. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê heta 23’ê Nîsanê li qadê operasyon kir û bi rengekî bêencam hêzên xwe vekişand.
★ Roja 9’ê Nîsanê di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê de ku li herêma Heftanînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dike, li dijî artêşa TC a dagirker çalakî hatin lidarxistin. Di vê çarçoveyê de; Hêzên me saet di 10:20’î de li Girê Keçel li dijî leşkerên dijmin çalakiyek pêk anîn. Derbên xurt li stargeh û kozikên dijmin hatin xistin. Hejmara leşkerên mirî û birîndar nehate tespîtkirin.
★ Saet di 11:00 de hêzên me li girê Şehîd Şêxmûs li dijî leşkeran çalakiyeke sûîqestê kirin. Di çalakiyê de leşkerek hate kuştin. Yekîneyên me yên çalakî kirin bi rengekî serketî li baregehên xwe vegeriyan.
★ Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê de ku li herêma Heftanînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dike, hêzên me yên YJA Starê 11’ê Nîsanê saet di 10:20’an de li dijî artêşa TC a dagirker a li ser Girê Partîzan çalakî kirin. Ji 2 baskan ve li kozik û stargehên dijmin hate xistin û di encamê de sîstema radarê ya li ser gir hate îmhakirin û leşkerekî dijmin hate kuştin.
★ Bi çarçoweya Pêngava Şoreşger a Cenga Heftanîn ya ku li herêma Heftanînê ya Qadên Parastinê yên Medyayê didome, 12’ê Nîsanê li dijî artêşa TC’ê ya dagirker ku li Girê Konferansa Mezin bi cih bûne çalakiyeke sabotajê hatiye kirin. Di vê çalakiyê de 1 leşkerê dijmin hatiye kuştin.
★ 14’ê Nîsanê saet 08:00 li qada Dadarê ya navçeya Silopiya ya Şirnexê li qereqoleke ku nû hatibû çêkirin çalakiya sabotajê hate kirin. Di vê çalakiyê de ku li dijî yekîneya dijmin a kete nava qereqolê hate kirin, kontrayek hate kuştin û gelek leşker jî birîndar bûn. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê bi gelek wesayitên zirxî leşkerên xwe yên mirî û birîndar ji herêmê rakir. Yekîneya me ya ku çalakî kir bi rengekî serketî li baregehên xwe vegeriya.
★ Artêşa TC a dagirker 15’ê Nîsanê li qada Ermûşê ya herêma Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê dest bi operasyonê kir. Li dijî leşkerên dijmin ên li qadê belav bûbûn, hêzên me çalakiyeke sabotajê kirin. Di çalakiyê de 3 leşkerên dijmin hatin kuştin. Operasyon heman rojê bi rengekî bêencam bi dawî bû. Yekîneya me ya ku çalakî kir bi rengekî serketî li baregehên xwe vegeriya.
★ Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de hêzên me 19’ê Nîsanê saet di 15:15’an de li herêma Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî artêşa TC a dagirker a li ser Girê Lêlîkanê çalakiyek li dar xistin. Ji cihekî nêz derbên giran li kozik û stargehên dijmin ên li ser gir hate xistin. Di çalakiyê de 6 leşkerên dijmin hatin kuştin, kamerayeke mobese hate îmhakirin. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê şev bi helîkopterên Skorsky û Kobra leşkerên xwe yên mirî û birîndar ji herêmê rakir. Yekîneya me ya ku çalakî pêk anî bi rengekî serketî vegeriyan baregehên xwe.
★ Di çarçoveya Pêngava Serketina Şoreşgerî de ku li Eyaleta Serhedê didome, hêzên me 20’ê Nîsanê saet di 14:10’an de li navçeya Bazîdê ya Agiriyê li girê li ber qereqola Ayzekê çalakiyek kirin. Derbên giran li yekîneya dijmin a li ser gir hate xistin û di enamê de 3 leşker hatin kuştin û leşkerek jî birîndar bû. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê bi çekên giran li derdorê reşand û êvarê saet di 20:00 de leşkerên xwe yên mirî û birîndar ji herêmê rakir. Yekîneya me ya çalakî kir bi rengekî serketî li bargehên xwe vegeriya.
★ Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de, hêzên me yên YJA Starê li navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê 21’ê Nîsanê saet di 14:10’an de li çepereke çekên giran a li ser girê Sîvrî yê qereqola Bezelê xistin. Di çalakiyê de ku derbên giran li çeperên dijmin hatin xistin 3 leşker hatin kuştin û çekeke giran a li çeperê hate îmhakirin.
★ Hêzên me bi çarçoweya Pêngava Tolhildanê ya Şehîd Medya Mawa û Rizgar Gever 22’yê Nîsanê saet 11.00’an li Şirnexê herêma Cudî, di navbeyna gundê Gabarê û qadên Suwara de çalakiyek birine ser artêşa TC’ê ya dagirker, ku leşkerên dagirker li ser girekî bi cih bûbûn. Di vê çalakiyê de derbên serketî li kozik û stareyên dijmin hatine xistin û leşkerekî dijmin hate kuştin. Yekîneya me ya ku çalakî kirî bi saxî û silametî gihaye ser cihê xwe.
★ Bi çarçoweya Pêngava Şoreşger a Şehîd Bager û Şehîd Ronya hêzên me 23’yê Nîsanê saet 09.00’an li Geverê ya Colemêrgê, li dijî artêşa TC’ê a dagiker ku li Girê Şehîd Derman bi cih bûbûn çalakiyek kirine. Hêzên me ji aliyan ve li kozikên dijmin dane û bi ser kozikên wan de girtine. Hêzên me yên ku ketine kozikên dijmin 3 leşkerên dijmin kuştine û dest li ser çekeke otomatîk a BKC’yê, 1 MPT-76 a piyadê û Dragunov /Qenasê û dûrbîna wê danîne. Yekîneya me ya ku çalakî kirî bi saxî û silametî gihaye ser baregeha xwe.
★ Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftenînê ya ku li herêma Metîna ya Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dike de 23’yê Nîsanê saet 15:40’î hêzên em li dijî artêşa TC a li devera dikeve navbera Deriyê Dawetiya û devera Şehîd Şêxmûs çalakiyek kirin. Di vê çalakiyê de kepçeyeke ya dagirkeran hate rûxandin, kontrayek hate kuştin. Yekîneyên me yên çalakî kirin bi sax û silametî gihiştin navendên xwe.
★ Di çarçoveya Pêngava Tolhildanê ya Şehîd Medya Mawa û Şehîd Rizgar Gever de hêzên me 23’ê Nîsanê li herêma Besta ya Şirnexê li dijî leşkerên li qada Eyşedinkê çalakî pêk anîn. Di vê çalakiyê de ku derbên giran li yekîneya dijmin hate xistin, bi qasî ku hate tespîtkirin 2 leşker hatin kuştin. Yekîneya me ya çalakî pêk anî bi rengekî serketî li baregehên xwe vegeriya.
★ Di çarçoveya Pêngava Cenga Heftanînê de ku li herêma Heftanînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dike, hêzên me 25’ê Nîsanê saet di 04:30’î de li dijî artêşa TC a dagirker a li ser girê Şehîd Şêxmûs çalakiyek kirin. Hêzên me ji 2 baskan ve avêtin ser gir û ketin nava kozikên dijmin. Di çalakiyê de 4 kozikên dijmin ên li ser gir bi temamî hatin îmhakirin. Di vê çalakiyê de 9 leşkerên dijmin hatin kuştin û 2 çekên MPT-55, 2 dûrbînên termal û cîhazeke ragihandinê ji ser leşkerên dijmin hatin rakirin. Her wiha 2 çekên giran ên A-4, 3 kamerayên mobese û dûrbînek teleskopê hatin îmhakirin.
★ Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de hêzên me 26’ê Nîsanê saet di 01:30’î de li herêma Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî leşkerên li ser Girê Lelîkanê çalakiyek pêk anîn. Derbên giran li yekîneya dijmin hate xistin û bi qasî ku hate tespîtkirin leşkerek hate kuştin. Yekîneya me ya çalakî kir bi rengekî serketî li baregehên xwe vegeriya.
★ Hêzên me di çarçoveya Pêngava Tolhildanê ya Şehîd Medya Mawa û Şehîd Rizgar Gever de li di navbera qada Dêrgulê û qereqola Girê Cotyar a Gebarê ya li Şirnexê wesayîteke zirxî ya Kobra şopandiye û di 27’ê Nîsanê de saet di 12.00’an de li dijî vê wesayîtê çalakiyek li dar xistiye. Hêzên me ji nêz ve li vê wesayîtê dane. Ev wesayît îmha bûye û 5 leşkerên di nav wesayîtê de jî mirine. Piştî çalakiyê bi helîkopterên Skorsky leşkerên mirî ji qada çalakiyê hatine derxistin. Yekîneya me ya ku ev çalakî li dar xistine, bi selametî vegeriyane baregehên xwe.
★ Di çarçoveya Pêngava Tolhildanê ya Şehîd Medya Mawa û Şehîd Rizgar Gever de hêzên me 28’ê Nîsanê saet 15:50’î li herêma navbera girên Bêspin û Çelê Xwişk û Bira yên çiyayê Cûdî li dijî artêşa TC a dagirker çalakiyek lidar xistin. Di vê çalakiyê de ku derbên giran li kozik û stargehên dijmin hate xistin, hejmara leşkerên mirî û birîndar nehate tespîtkirin. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê bi çekên giran li derdorê reşand û bombe kir. Piştre bi helîkopterên bi tîpa Skorsky leşkerên xwe yên mirî û birîndar ji herêmê rakir. Yekîneya me ya ku çalakî kir bi rengekî serketî li baregehên xwe vegeriya.