STENBOL – Însyatîfa Zarokên Agir agahiyên li ser çalakiyên ku 6-7’ê Gulanê lidar xistîn parve kir. Însyatîfê ev agahî parve kirin:
6’Ê GULAN
“Li taxa Saray a navçeya Kahramankazan a Enqerê fabrîqeya boyaxê ji aliyê yekîneyên me ve hatiye şewitandin û bûye xwelî.
Li taxa Baglar a Bagcilar a Stenbolê jî avahiyeke 3 qatî ya cihê kar hatiye şewitandin. Ji ber şewatê ziyaneke mezin li petronên hevkarên dijminên Kurd bûne.
Li taxa Maltepe ya Zeytînbûrnû ya Stenbolê jî fabrîqeya amûrên elektirîkê ya 4 qat hatiye şewitandin, ji ber şewatê kargeh bêkêr bûye.
7’Ê GULANÊ
Li Etîler a Beşîktaş a Stenbolê jî navendeke ya kirîn û firotinê hatiye şewitandin. Ji ber şewatê navend bêkerê bûye. Ziyanên madî yên mezin gihiştin patronên hevkarên dijminên Kurdan.”
Herî dawî Însyatîfa Zarokên Agir ev peyam da: “Em ne nan, azadiyê dixwazin. We Kurdistan dagir kiriye û hûnê berdêla vê bidin.”