STENBOL – Mehmet Ocalan, birayê Rêberê Gelan Abullah Ocalan û wasîsê wî Mazlûm Dînç di navbeyna 11-15’ê Gulanê de ji bo rojeke guncan biçine Imraliyê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Parêzerên Ocalan Rezan Sarica, Raziya Turgut, Îbrahîm Bîlmez û Serbay Koklu eynî rojan ji bo ku miwekilê xwe bibînin serlêdan kirin.
Her wiha malbatên girtiyên din ên li Imraliyê Omer Hayrî Konar, Hamilî Yildirim û Veysî Aktaş jî bi rêya parêzeran ji bo hevdîtinê serlêdan kirin.