İDLİB – Vê sibehê sewqiyeteke leşkerî ya Tirkiyê di dergeha Keferlosîn re ya bi ser Lîwa Isekendor ve derbasî xaka Sûriyê bû û ber bi nuqteyên Tirkiyê li herêma qaşo bêçek ve çûn.
SOHR’ê daxuyand ku hejmara alav û erebeyên leşkerî ku ji dema 2’yê Sibata 2020’an heta niha derbasî herêmê bûne gihişt zêdetirî 6 hezar û 465 alav û erebeyên leşkerî ji tank, loderên leşker, panzêran, mewziyan dijî guleyan û radarên leşkerî.
Li gorî SOHR’ê hejmara leşkerên dewleta Tirk ku li Idlib û Helebê di wê demê de belav bûne zêdetirî 10 hezar û 300 leşker e.