NAVENDA NÛÇEYAN – Dewleta Tirk ji sala 1983’an ve dagirkeriya xwe ya li Başûrê Kurdistanê bi taktîk û stratejiyên cûda mayînde dike. Zemîna çêkirina baregehên leşkerî li Başûrê Kurdistanê bi êrîşên cur bi cur çêdike.Her carê naveke cûda li pêla dagirkeriyê dikin û dixwaze gav bi gav bicîh bibe. Ev plana dagirkeriya Tirk ji 1983’an ve di meriyetê de ye û heya niha nêzî 30 baregehên mezin li Herêma Kurdistanê ava kirine. Ji derveyî baregehên mezin ku helîkopter û topxane jî lê hene, gelek binkeyên leşkerî û yekineyên girêdayî Teşkîlata Îstîxbarata Millî (MİT) ya Tirk jî li nav bajar, bajarokan çêkirine.
Bi awayeke fermî çêkirina baregehên Tirk li Herêma Kurdistanê digihije sala 1994’an.Bicihbûna hêzên Tirk ên li Başûr jî bi erêkirina Rêveberiya Herêma Kurdistanê bûye.
Baregeh û binkeyên leşker û MİT’ê ji Heftanîn heya Biradost tê hene.Li gorî çavkaniyên Tirkiyeyê noqteya yekemîn a leşkerên Tirk di sala 1994’an de li bajaroka Selehedîn (Pîrmam) a 25 kîlometre nêzî Hewlêrê ye hatiye vekirin. Li vir yekîneyek tîmên taybet a artêşa Tirk heye.
Piştî Selehedîn artêşa Tirk di sala 1997’an de li Hewlêr, Zaxo, Silêmanî, Duhok, Diyana, Batufa, Bamernê, Amêdiyê, Kanîmasî yekîneyên xwe bicîh kirin.Niha jî hewl tê dayîn heman stratejiya dagirkeriyê li Qendîlê bê pêkanîn.
Di nava 25 salan de baregehên ku artêşa Tirk li Başûr vekirine û bi eşkereyî tên zanîn wiha ne;
– Baregeha leşkerî ya Batufa
– Baregeha leşkerî ya Kanîmasî (Girêbaruxê)
– Baregeha leşkerî, lojîstîkî û balefirxaneya li Bamernê
– Baregeha leşkerî ya Sinkê
– Baregeha leşkerî ya Bêgova (girê Biyê)
– Baregeha leşkerî geliyê Zaxo
– Baregeha leşkerî ya Sîrê (Şêladizê)
– Baregeha Leşkerî ya Sîrê (Şîrtê)
– Baregeha leşkerî ya Kupkê
-Baregeha leşkerî ya Qimrê ya Berwarî
– Baregeha leşkerî ya Koxê Spî
– Baregeha leşkerî ya Deriyê Dawetiya
– Baregeha leşkerî ya Çiyayê Serzêrî
– Baregeha leşkerî ya ya nahyeya Zêlkan ku dikeve binarê çiyayê Meqlub
– Baregeha leşkerî ya li Başîqa (Bakûrê rojhilatê Musilê)
-Baregeha leşkerî ya Bermîzê
-Baregeha leşkerî ya li Çiya Dêl
-Baregeha Leşkerî ya Lêlkan
-Baregeha Leşkerî ya çiyayê Kitkîn
-Girê Partîzan li Heftanînê
-Girê Konferans (Heftanîn)
Navendên MÎT’ê
Ji bilî baregehên leşkerî navendên Teşkîlata Îstîxbarata Tirk (MÎT) jî li Başûr hatine vekirin. Piraniya van jî li herêma Duhokê ne. Li gorî çavkaniyên herêmî, li bajaroka Batûfa ya girêdayî Navçeya Zaxo, li navenda Zaxo û navenda Duhokê navendên MÎT’ê hene.
Têgotin, balafirên sîxûrî yên Tirk û yekeya wan a îstîxbaratê li baregeh û balafirgeha leşkerî ya Amerîka ya li navçeya Herîr a ser bi Hewlêrê jî heye. Herçend bi eşkereyî nebe jî, lê dibin navê Amerîka de yekeya xwe li vê baregehê bicih kirine. Balafirên keşfê û komkirina îstîxbaratê derbarê gerîlayên Tevgera Azadiya Kurdistanê de li vê navendê kom dibe.
Li gorî hin çavkaniyan îstîxbaratên welatan li Herêma Kurdistanê dibin navê nûnertî, konsolosxane yanjî navendên vîzeyan de xwe rêxistin dikin.
Di gelek sûîkastên siyasî yên li herêmê pêkhatinde jî derket hole ku yekeyên îstîxbaratê ne tenê li Duhok û Hewlêr, li herêma Raperîn û Silêmaniyê jî xwe rêxistin kirine.Di 15’ê Cotmeha sala 2019 du kadroyên PKK’ê li çiyayê Gowîje yê Silêmaniyê di encama planên îstîxbaratê de şehîd bûn.Hatibû gotin ku êrîş bi balafireke biçek û bêmirov ya sîxûrî pêk hatiye. Her wiha endamê Konseya Serokatiyê ya KCK’ê Diyar Xerîb ku ji civîneke gel vedigeriya hatibûn hedef girtin.
Balafirên sîxûrî û biçek yên Tirk êdî li ser bajararan jî difirin
Balafirên sîxûrî yên Tirk ku berê tenê li ser herêmên çiyayî û gundan digeriyan, niha êdî li ser bajarên mezin jî bênavber difirin.
Gelek caran daxwaza derxistina artêşa Tirk hatiye kirin, lê…
Li Başûrê Kurdistanê gelek caran welatî û parlamenteran daxwaza derxistina artêşa Tirk û girtina baregehên wê li ser xaka Başûrê Kurdistanê kirine, lê hikûmetê guhê xwe ji van daxwazên civakê re timî girtiye.
Di sala 2003’yan Parlamentoya Herêma Kurdistanê biyara hejmara 38 derxist ku têde daxwaza derxistina artêşa Tirk ji ser xaka Başûrê Kurdistanê dike, da. Tevî ku 17 sal di ser vê biryara parlementoyê re derbas dibe jî, hîna hikûmetêev biryarbicîh ne aniye. Lê berovajiyê Helwesta Hikûmeta Herêma Kurdistanê, gelê Başûrê Kurdistanê di her fersedekî de dijî dagirkeriya Tirk helwest nîşan daye.
“Şêniyên Amediyê destûr nedan tangên Tirk derbas bibin”
Dema artêşa Tirk di sala 2007’an de li ser esasê lihevkirina Amerîka û Tirkiyeyê biryara êrîşeke berfireh dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê da û êrîşa dagirkeriyê dijî Zapê da destpêkirin, gelê Şêladizê, Sersingê, Sîrê, Bamernê û Amediyê xwe dan pêşiya tank û karwanê leşkerî yê Tirk û destûr nedan derbasî herêmên gerîla bibin. Gelê herêmê wê demê li nêzî Geliyê Balinde û li nêzî baregeha Sîrê çalakî kirin û herikîn kolanan. Ev hewlesta gel a dijî êrîşên dewleta Tirk nîşan da ku ew bi ti awayî hebûna dewleta Tirk li Başûr qebûl nakin.
“Kampanyayên îmzeyan ên ji bo derxistina hêzên dagirker ji Başûr”
Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê di sala 2011’yan de li gelek bajarên Başûrê Kurdistanê standên ji bo îmzeyan danîn û îmzeyên ji bo derxistina leşkerên Tirk kom kirin. Di encamê de nêzî milyonek welatiyên herêmêtevlî kampanyayê bûn.Ev îmze ku radestî rayedarên wê demê yên Herêma Kurdistanê hatin kirin, bê bersiv man.
Di Adara sala 2018’an de Rêkxirawa Inef ji bo derxistina artêşa Tirk ji Başûrê Kurdistanê kampanyayek îmzeyan da destpêkirin. Di wê kampanyayê de jî 10 hezar îmzeyên welatiyên Başûrê Kurdistanê hatin komkirin û radestî Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatin kirin. Lê heya niha bersiv nehatiye dayîn.
“Li dijî dagirkeriyê nêzî hezar îmze radestî parlamentoya Iraqê hate kirin”
3’yê Hezîrana 2019’an li dijî dagirkeriya dewleta Tirk careke din kampanyaya îmzeyan hate destpêkirin. Bi giştî 891 îmze hatin komkirin, ev îmze tevî daxwaznameyekê radestî Ofîsa Parlamentoya Iraqê ya li Silêmaniyê hatin kirin. Her wiha 52 parlamenterên Iraqê jî piştgirî dan kampanyayê û îmze avêtin.
Parlementoya Iraqê li ser daxwaza komên Şîe û bêyî tevlîbûna komên partiyên Kurd biryara derxistina hêzên biyanî ji seranserê Iraqê girt. Ev biryar ne tenê ji bo Amerîka û Îranê ji bo Tirkiyeyê jî derbas dibe.
“Qadek din a nerazîbûnên li dijî dagirkeriyê jî medyaya înternetê bû”
Gelek caran welatî li dijî bombebaran û komkujiyên dewleta Tirk li ser medyaya înternetê kampanyayên teşhîrkirin û şermezarkirinê didin meşandin.Tevî ku beşeke zêde ya civakê înternetê bikartîne û nerazîbûn nîşan didin jî, rayedarên Başûr ji nedîtî ve tên.
“Ciwanên Başûr li dijî dagirkeriyê xwe kirin mertal”
Ciwanên Başûrê Kurdistanê bi piştgiriya Pêşmergeyên Dêrîn, mamosteyên ayînî, rewşenbîr û jinan di Hezîrana 2018’an de li dijî êrîşên Tirkiye û hewldanên dagirkirinê çalakiya mertalên zindî dan destpêkirin. Çalakiya mertalên zindî li Qendîl û herêma Biradost, bi dirûşma, ‘Serî hilde, dagirkeriyê têk bibe’ hat meşandin. Çalakî bi dorveger û demek dirêj, dibin êrîşên balafirên Tirk de bi israr berdewam kir û gel jî bi serdanên girseyî piştgiriya xwe jibo ciwanan nîşan da.
“Serhildana xelkê Şêladizê”
Gelek caran balafirên şer ên dewleta Tirk êrîşî gundan û welatiyên sivîl kirin, li gorî zanyariyan tenê di sala 2018’an de zêdetirî 30 welatiyên sivîl di bombebarana balafirên Tirk de jiyana xwe ji destdane. Ev êrîşên dewleta Tirk li cem xelkê Başûr bi taybetî jî bajaroka Şêladizê hêrsek mezin çêkir. Xelkê Şêladizê roja 26’ê Mijdara 2018’an serî hilda û baregehên dewleta Tirk li Şêladizê şewitandin.
“Li parlamentoyê daxwaza derxistina artêşa Tirk hate kirin”
Parlamenterên Herêma Kurdistanê jî ji vê dagirkeriyê bêzar in. Roja 15’ê Cotmeha 2019’an Parlamentoya Herêma Kurdistanê ji ber êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojavayê Kurdistanê civînek taybet lidarxist. Di wê civînê de gelek parlamenteran daxwaza derxistina artêşa Tirk ji Başûrê Kurdistanê kirin. Piştî civînê parlamentoyê biryarek ji 11 xalan pêkdihat derxist.Lê ne navê dewleta Tirk têde hebû nejî behsa derxistina leşkerên Tirk hebû. Sala derbasbûyî 10 parlamenteran îmze komkirinku parlamento li ser mijara derxistina leşkerên Tirk rûniştinek taybet çêbike.
“Metirsî li ser Başûrê Kurdistanê zêde dibin”
Endamê Desteya Serkirdayetiya PDK’ê Edhem Barzanî di dema êrîşên Tirkiye yên li ser Rojava de di hevpeyvînek de gotibû; “Tirkiye nîva xaka Başûrê Kurdistanê dagir kiriye.Di pilana Tirkiye de heye ku piştî êrîşa Rojava dest bi êrîşa li ser Başûrê Kurdistanê jî bike.”
Balkêşe rayedarên PDK ku bixwe ev hişyariyê kiribû, îro di aloziya Zînî Wertê de, li hemberî bang û nerazîbûnan bêdeng in. Şîrovekar û siyasetmedar dibêjin ku aloziya li Zînî Wertê parçeyeke plana dagirkeriya Tirk a dijî Qendîlê ye.
Hewldana dewleta Tirk a derxistina şerê navxweyî û dagirkirina Qendîlê ji aliyê gelek aliyên siyasî yên Kurd ve tê şermezarkirin.Bi vê mebestê li gelek deverên Herêma Kurdistanê çalakî tên lidarxistin.
Herî dawiyê rûspî û mezinên herêma Zînî Wertê serdana baregeha PDK’ê ya li herêmê kirin û ji hemû aliyan xwestin ku hêzên xwe ji Zînî Wertê vekişînin.
NC// Bahoz Cûdî