NAVENDA NÛÇEYAN – Înîsîyatîfa Zarokên Agir bi daxuyaniyekê ragihand ku li wan li Kutahyayê çalakî kirine.
Daxûyaniya Çalakiyê Ya Înîsîyatîfa Zarokên Agir wiha ye;
“Di 7’ê Gulanê de li gundê Gumele ya bi ser navçeya Gedîz a Kutahya’yê me xewgeha taybet a xwendevanan da ber agir. Di encama şewatê de avahiya depoyê tevî wesayîta têde şewitîn û êdî nema dikare were bikaranîn. Şewat zirareke mezin a madî gihand xwediyê xewgehê.
Xewgehên xwendevanan ku bûne cihê gihandina dijminahiya Kurdan, veguherine cihê destavêtina zarok û ciwanan herwiha li ser bingehê xizmeta pergala bişavtin û qirkirinê ji bo dewletê navendên gihandina kesayetên faşîst û barbaran e, di hedefên me de ne. Ev çalakiya me wê ne ya yekemin be ne jî ya dawî be.