AMED – Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Mûsa Yilmaz ê 6’ê Gulanê di şerekî li Dersimê de şehîd bûbû, ji aliyê malbatê ve ji Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê ve hate girtin. Malbata Yilmaz ji ber ketin-derketina bajarên mezin qedexe ye, piştî serdana Serdozgeriya Farqînê kir û şûnde çû Saziya Tiba Edlî.
RÊ NEHATE DAYÎN KU LI MIZGEFTÊ BÊ ŞÛŞTIN
Malbat a ku duh cenaze ji Meletiyê girt, di saetên şevê de birin Goristana Taxa Ferîdûn a li navçeya Farqînê. Li ser rênedana ku li mizgeftên din jî cenaze bê şûştin, malbatê li pêşiya mala xizmekî xwe neçar ma ku cenaze bişûn. Yilmaz ê cenazeyê wî hate şûştin, piştî wecîbeyên olî veşartin.
BI SEDAN KES TEVLÎ MERASÎMÊ BÛN
Tevî gefa polîsan a bi girseyî tevlî merasîmê nebin jî, nêzî sed kes rêveberên Komeleya Alîkarî û Piştevaniya Malbatên Xizmên xwe di Dergûşa Şaristaniyê de Windakirin (MEBYA-DER) tevlî merasîmê bûn.