LÎBYA – Di demeke wiha de ku Tirkiyê çeteyan dişîne Lîbyayê Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê(SOHR) encamên şerê li Lîbyayê tomar kir û ragihand ku herî kêm 7 cenaze gihşatine herêmên dewleta Tirk û çeteyên wê dagirkirine anku gihaştine herêmên gundewarên bakurê Helebê.
Hejmara çeteyên di encama şer li Lîbyayê de hatine kuştin gihaşt 268 çeteyan û ew jî ji çeteyên Lîwaa El-Mutesim, Firqet Sulatan Murad, Lîwaa Siqûr El-Şemal, Hemzat û Silêman Şah in.
<SOHR`ê diyar kir ku çete di encama şerê li eniyên taxa Selah El-Dîn a başûrê Trablusê, eniya Remla ya nêzî balafirgeha Trablusê, eniya Meşrû El-Hedebê, şerê li Misrata û herêmên din ên li Lîbyayê de hatine kuştin.