SILÊMANÎ – Însiyatîfa Ciwanên Başûrê Kurdistanê îro li daxuyaniyekî berfireh da xuya kirin ku wê bi şîara ‘’Em ji bo Yekîtiya Neteweyî dimeşîn’’ ji bo provakasyona ku PDK’ê li herema Zînî Wertê dest bi meşa dirêj bikin. Derbarê vê yekê de Endamên Komîteya Amadekar ya meşa dirêj ji ajansa me re axivîn.
Endamên Komîteya Amadekar da diyar kirin ku meş li ser esasê ku Yekîtiya Neteweyî were avakirin û provakasyona ku li Zînî Wertê xizmeta dagirkerên Kurdistanê dike were dawî kirin meşa dirêj tê kirin.
Endamê Komîteya Amadekar Kaneh Mihemmed da zanîn ku Wertê navçeyekî aram e û metirsiya Virusa Corona nîn e. Kaneh bal kişand ser hêz şandina PDK’ê û wiha axifî: ‘’Li berambera hêz anîna PDK’ê li herema Zînî Wertê, alozî di navbera aliyê siyasî derketiye. Wiha bidome ku di navbera hêzan de şer destpê bike. Şerekî navxweyî rû bide. Di encama vî de jî wê zerar Kurd, dayikên Kurd bibîne.’’
“Em Ciwanên Başûr bi meşa dirêj helwestê xwe nîşan bidin”
Kaneh ji ber vê metirsiya ku di navbera hêzên Kurd de şer derbikeve, biryara meşa dirêj girtine û dewama axaftina xwe wiha domand: ‘’Ji ber vê yekê em Ciwanên Başurê Kurdistanê amadekariyekî meşek dirêj dikin ku em helwestê xwe nîşan bidin. Ciwanên Kurd di vê pêvajoyê de qebûl nake ku hîç aliyekî siyasî bi aliyekî siyasiyek din yê Kurd re şer bike. Em ji aliyên siyasi yên ku li heremê hene dixwazin ku hêzên xwe bikşînin. Ku carekî dîtir bila gelê Kurd şerê navxweyî re rû bi rû nebe. Ji bo ku li Rojhilata Navîn sedsalekî din jî gelê kurd wenda neke divê tu aliyên siyasî nebe sedema şerê navxweyi. Erkê aliyên siyasi Neteweyî bi ruhekî yekgirtû Yekîtiya Neteweyî ava bike ye. Kurd bila nebe qurbanên planên dagirkeran. Em hêvî dikin ku bi berpirsyarî tevbigere.’’
Endamê Komîtaya Amadekar Dersîm Germiyanî jî da diyar kirin ku ji bo ku provakasyona li Zînî Wertê şikenandin wê dest bi meşa dirêj bikin. Dersîm, ji bo meşê got ku; ‘ Wê hemû bajarên Başurê Kurdistanê ciwan, jin, ji her aliyên civakê beşdarbûn çêbibe. Dersîm; “Em ê li Ranya kom bibin û ber vî Zînî Wertê bimeşin. Li Zînî Wertê em ê ji hêzên PDK bixwazin ku ji heremê derbike.”
“Divê Ciwan ji bo pêşeroja xwe tevlê meşa dirêj bibin”
Dersîm bi van gotinan bangawaziya Ciwanên Başûr kir, ‘’Ciwanên Başûrê Kurdistanê divê tevlî meşa dirêj bibin. Ev meşa dirêj ji bo Yekrêziya Neteweyî ye. Ji bo dahatûya welatê me ye. Ji bo ciwan karibin li hember dagirkerî biweste ye. Sedsala Lozan nêzdibe wê li Kurdistan û Rojhilata Navîn guhertinekî bibe. Ciwan jî li hember ew guhertinan ku li ser axa wan divê xwe amade bikin. Divê Ciwan li Başur Yekîtiya Neteweyî ava bikin.’’
NC // Bahoz Cûdî