NAVENDA NÛÇEYAN – Însyatîfa Zarokên Agir di navbera dîrokên 8-10’ê Nîsanê de li Îzmîr, Kocaelî, Antalya û Mêrsînê li dijî navendên dewleta Tirk û hevkarên wê rêze çalakiyên bibandor kirin.
Daxuyaniya Însyatîfê wiha ye:
“Dewleta Tirk a terorîst, ax û çandiniya Kurdistanê, petrol û hemû zengîntiya wê dimêje û ji Tirkan re vediguhêze. Bi van pereyan bombe dikire û li kuderê Kurdek hebe ji bo wir veguherîne dojehê her tiştî dike. Ey Jina Kurd a birçiyê azadiyê! Ey mêrê Kurd yê bi şeref! Ey zarokê li Nisêbînê tê gulebaran kirin! Ey malbatên ku xizmên wan li Roboskî bi balafiran hate parçe kirin û li Dêrsimê bi komkujiyan re hatin derbas kirin! Ey kal û ciwanên ku li metropolên Tirkan dixebitin! Derbeyekî jî hûn li Tirkên faşîst bixin! Dibe ku herkes nekare her tiştî bike, lê teqez tiştekî ku herkes dikare bike heye. Ji bo vê mirov xwedî şeref be bes e.
Endamên xwezayî yên înîsîyatîfa me li Îzmîr-Karabaglarê camên tevahî banka û ATM’yan bi keviran şkandin û zirar dan dewletê. Hûn jî! Erê, tu jî bi zimanê xwe, bi destê xwe, bi çavê xwe, bi lingê xwe zirarekî bide faşîzmê. Eger tu nikarî bimeşî tifî rûyê wan bike. Çêr û dijûnan bike. Çi tiştê dişewite hebe, bişewitîne. Çawa ku Kurdistan bêkar hate hiştin, tu jî hemû kargehên wan bişewitîne. Kevir bavêje ser rêyan û rêkên wan bixetimîne. Çop û gemara wan birijîne nava kolanan û bajarên wan qirêj bike. Pê li çîmên wan bike. Ev dijmin dijminek bêrûmet û xwefiroş e. Dijminê hestiyên me ye, yê miriyên me ye, yê zarokên me ye û ji wê jî wirdetir li ser navê Kurdan çi hebe dijminê teva ye.
Tişta tekane divê were kirin ew e, em ji vî dijminê qehpe re bibin dijmin. Eger faşîstên bêrûmet û dewleta Tirk a dagirker daxwaz û bertekên li ser medya civakî guhdar bikira, axaftinên siyasî bikira xem û berçavan re derbas bikira endamên Grup Yorum wê li ser jiyanê bûna. Bila kes xwe nexapîne. Tenê yek zimanê ku dijmin jê fêm dike heye. Em ê jî bi wî zimanî bersiv bidin. Li ser vê bingehê tevahiya Gelê Kurd yê xwedî şeref û namus, wek endamên xwezayî yê înîsîyatîfa me, bêyî ku ferqa biçûk-mezin bikin li kuderê dibin bila bibin, çi ji destê wan were divê zirarê bidin faşîstan, divê dil û canê wan bişewitînin, aramiya wan nehêlin û bi vî awayî tola sedsalan rakin.”
ÇALAKÎ
Însyatîfa Zarokên Agir li ser rêze çalakiyan ev agahî parve kir:
“8 GULAN
Li Karabaglara Îzmîrê, tevahiya camên ATM û bankayan ji aliyê endamên xwezayî ya înîsîyatîfa me ve bi keviran hatin şkandin. Di encama şkandinê de zirarek mezin giha dewletê, karûbarên pereyan ên bankamatîkan nekariye xizmetê bide û pergala ATM bi demdirêjî xetimiye.
9 GULAN
Li navçeya Gebze a Kocaelî, li Herêma Pîşesaziya Bisazûmanî ya bi navê plastîkvanan, me fabrîkaya perdeyan da ber agir. Tevî ku 17 komên agirkuj dest werdan şewatê jî nekarîn vemirînin û di encama şewatê de fabrîka kete rewşa ku êdî nekaribe kar bike û zirarek mezin a madî gihîşt patronên AKP’yî.
10 GULAN
Li navçeya Antalya-Muratpaşa avahiyeke dîrokî ya li herêma (sît) şûnwar a di asta yekem de bi pêtên agirê me yê pîroz veguherî xweliyê. Di encama şewata ku pêtên wê asîmana ronî dikir de avahiya dîrokî ji nav dîrokê hatê rakirin. Ev çalakî li dijî hişmendiya ku Heskîfa dîrokî ya xwedî dîroka 12 hezar salan e di binê avê de dihêle hatiye lidar xistin. Helwesta me ya li hember kesên ku dîroka me û nirxên me yên çandî talan dikin wê bi vî awayî be.
Li navçeya Mersin-Mezîtlî, li Taxa Tece, fabrikaya narincan ya li ser rêya D-400 bi pêtên tolhildanê hate şewitandin. Di encama şewatê de fabrîka hate wê rewşê ku êdî nikare bixebite. Şewata ku bi seatan dewam kir zirarek mezin da baronên ku destekê didin siyaseten qirêj yên AKP’ê.”