RANYA – Di dijî provokasyonên li Zînî Wertê ku PDK’ê bi hevkariya dewleta tirk a dagirker dixwaze herêmê dagir bike, Ciwanên Başûrê Kurdistanê bertek nîşan didin. Ciwanên Başûr wê bi dirûşmeya “Em ji bo Yekîtiya Netewî Dimeşin” berbi Zînî Wertê meşek dirêj pêk binin. Di videoyekê de Ciwanên Başûr diyarkirin ku ewê bi meşek dirêj berbi Zînî Wertê ve bimeşin û bang li tevahî Ciwanên li Başûrê Kurdistanê kirin ku tevlî Meşa Dirêj bibin.
Diroka Meşê: 16’ê Gulana 2020’an
Saet: 10:00’an
Cih: Ji zanîngeha Raperîn a li Ranya