NAVENDA NÛÇEYAN – Kovara Stêrka Ciwan ya ku ciwanên Kurd yên li Ewropayê bi dirûşma “Di sosyalîzmê de israr, di mirovahiyê de israr e” derdixin, bi hejmara xwe ya 204. derket. Ji ber şewba koronavîrûsê, hejmara Avrêlê bi tenê li ser platformên dijîtal hate weşandin. Bi hejmara Gulanê ve kovar, him dijîtalî him jî çapandî xwe digihîne xwendevanên xwe.
Di vê hejmarê de çi hene?
Di hejmara Gulanê ya bi sernivîsa “Di xeta berxwedana pakrewanan de, em xwe bigihînin serfiraziyê” derket, mijara “Rastiya Pakrewaniyê” girtiye dest. Nirxandineke Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ya di dîroka 15ê Rêbendana 1991an de li ser Pakrewanan kiriye, cî digire. Li gel vê, koordînasyonên tevgerên ciwanên Kurd yên Ewropayê û jinên ciwan; Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jinên Ciwan yên Azad her ji wan nivîseke perspektîfê şandine û di kovarê de cî girtiye. Hejmara ku nivîsên Endamê Komîteya Rêveberiya PKKê Dûran Kalkan û Endamê Komîteya Rêveberiya KCKê Mûstafa Karasû jî cî digirin, di beşên dîrokî, çandî, bîrewerî û jina ciwan de, bi nivîsên zimanên Kurdî, Elmanî, Fransî û Tirkî li benda xwendevanên xwe ne.
Edîtorên kovarê, di nivîsa danasînê de cî dane vê gotinê:
“Pakrewanên me yên bi rih û laşên xwe ve, xwe bi temamî kirine fedayiyê azadiyê, nirxên me yên herî hêja ne. Bîreweriyên wan, armanca jiyana azad ya her ciwanê Kurd e.
Em jî wek Stêrka Ciwan di “Meha Pakrewanan” de, me kir ku vê mijarê bigirin dest. Rastiya pakrewanan çi ye, divê çawa nêzîk bibin, berpirsyariyên ku daye li ser ciwanan çi ne?…
Em di wê baweriyê de ne; vê hejmara ku ji bo me pir bi wate ye, rêhevalên ciwan yên Rojê jî yê bi eleqeyeke mezin ve pêşwazî bikin.
Rêhevalên hêja,
Di vê Meha Pakrewanan de, em careke din girêdaniya xwe bi pakrewanên me yên rûspîtiya gelê me ne re vedibêjin, li ber bîreweriyên wan, bi rêzdarî xwe ditewînin. Em soza xwe ya bilind kirina berxwedana “Rêbertiya Azad, Kurdistana Azad” ya ku xeyalên wan e dubare dikin.”
Ji bo ku kovara Stêrka Ciwan wek PDF bixwînin an jî bi awayê dengî guhdar bikin, hûn dikarin bi lînkên li jêr xwe bigihînin kovarê:
PDF: https://www.rojaciwan.eu/tr/sterka-ciwan/
Soundcloud: https://soundcloud.com/sterkaciwan
Spotify: https://open.spotify.com/show/0JZErTQOyhzbJMAR1bfgxv